Li ser rêya Mihabad-Urmiyê 4 kesan canê xwe ji dest dan

22-11-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Mihabad Urmiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Urmiyê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Rêveberê Polîsê Mihabadê, Birzo Ticarî ragihand, roja Pêncşemê li ser rêya di navbera Mihabad-Urmiyê de bûyereke trafîkê çê bû. 

Birzo Ticarî diyar kir, bûyer li sêrêya Kose Karêzê di navbera kamyoneke ji curê ISUZU û otomobîleke ji curê Semend de çêbû û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, û kesek jî ku şofêrê kamyonê ye, birîndar bû.

Rêveberê Polîsê Mihabadê da xuyakirin, piştî agahdarbûna ji rûdana bûyerê, tîmên hawarçûnê û hêzên polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst