Ocalan: Bi dorpêça ser Abdullah Ocalan hemû jin tên cezakirin

Navenda Nûçeyan – Parlamentera HDPê ya Rihayê Dîlek Ocalan balkişande ser rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Bi dorpêça ser Birêz Ocalan hemû jinên Kurd têne cezakirin.”


Parlamentera HDPê ya Rihayê Dîlek Ocalan ji malpereke nêzîkî PKKê re axivî û rewşa niha ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan weke “dorpêç û tecrîd” binav kir û ragihand: “Dema tecrîd giran dibe şer jî giran dibe û alozî belav dibe. Her wiha siyaseta Tirkiyeyê dixitime û riyên siyasetê tên girtin.”


Bi gotina Dîlek Ocalan, ku di heman demê de biraziya Abdullah Ocalan e, siyaseta Rojhilata Navîn bi Ocalan ve girêdayî ye û çavê tevahiya gelên herêmê jî li ser gotinên Ocalan in.


Dîlek Ocalan balkişande ser wê yekê ku ev demeke dirêj e rayadarên Tirkiyê rê nadin parêzer û malbata Ocalan wî bibînin û diyar kir, ku dema di salên 2013 û 2014ê de hevdîtin li gel Ocalan çêdibûn Tirkiye di nava aramiyê de bû û got: “Birêz Ocalan rêya çareseriyê ye. Gelê Kurd ji ber rewşa wî bi guman e û her ku diçe guman jî zêde dibin.”


Parlamentera HDPê herwiha da xuyakirin: “Bi tecrîda ser Birêz Ocalan hemû jin têne cezakirin. Dema ku tecrîd kûr dibe, êrîşên li ser jinan jî zêde dibe. Dîsa di kesayeta Ocalan de tundiyeke mezin li ser jinên Kurd tê meşandin.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku parêzerên Rêberê PKKê Adullah Ocalan herî dawî di 27ê Tîrmeha 2011ê de li gel wî hevdîtinek kiribûn.

 

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî di 11ê Îlona 2016ê de çûbû Îmraliyê. Di çapemeniyê de gotegotên derbarê jiyana Ocalan de hatibûne belavkirin lê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ev îdîa red kiribûn û ragihandibûn ku rewşa wî baş e.