Elî Bapîr: Ditirsim ku Amerîka heman tiştî bi PYDê jî bike

22-11-2017
RÛDAW
Nîşan Elî Bapîr Amerîka PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr dibêje: “Ez ditirsim çawa ku Amerîka û hevpeyamaniya Navdewletî ji bo şer sûd ji pêşmerge wergirtibin û paşî weke pêwîst giringî nedabine Kurdan, heman tişt li Rojavayê Kurdistanê bi serê PYDê de jî were.

 

Şeva Sêşemê 21/11/2017ê Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr li Berlîna paytexta Almanyayê li gel Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nûlîfer Koç hevdîtinek pêk anî.

 

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Elî Bapîr, di civînê de behsa rewşa siyasî ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Hate gotin, ku Elî Bapîr ragihandiye: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şer kirin û têkşikandina DAIŞê sûd ji hêzên pêşmerge wergirt. Paşî di danûstandinên siyasî de weke pêwîst reftar û hesabên Kurdan nekirin.”

 

Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê herwiha ragihandiye: “Tirsa min ew e, ku Amerîka heman tiştî li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li Rojavayê Kurdistanê dubare bike.”

 

Weke ku di daxuyaniyê de amaje pê hatiye kirin, di hevdîtinê de aliyan behsa pêwîstiya yekdengiya Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst