PDK: Em deng nadin berbijêrê YNKê yê parêzgariya Kerkûkê

22-11-2017
Mahmud Yasin Kurdi
Nîşan Kerkûk Parêzgeh PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî gelek gotûbêj û gengeşeyan, Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna 22 endam ji 41 endamên encumenê, roja 21ê Mijdarê civînek pêk anî. Berpirsên PDKê jî dibêjin ji bo hilbijartina parêzgarê nû ew deng nadine Rizgar Elî ku namzetê YNKê yê parêzgariyê ye.

 

Encûmena Parêzgeha Kekrûkê piştî bûyeran civiya

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya ser Kerkûk û navçeyênd in ên Kurdistanê, duh 21ê Mijdara 2017ê, Encmena Parêzgeha Kerkûkê bi tevlîbûna 22 endaman yekemîn civîna xwe saz kirin.

 

Niha yek ji pirsgirêka di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) de, mijara kursiya parêzgarê Kerkûkê ye. Bi nêrîna PDK û Yekgirtûya Îslamî herçend Bexdayê biryara ji kar dûrxistina wî dabe jî hêj Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê ye. Lê YNKê Rizgar Elî ji bo vê postê weke namzet destnîşan kiriye. Herwiha Bexdayê jî parêzgareke ereb bi wekalet diyar kiriye.

 

Kî dibe Parêzgarê Kerkûkê?

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm beriya niha di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihandibû, ku li gorî briyara dawîn a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ew hêj parêzgarê fermî ye. Li gorî yasayan jî divê encûmen parêzgar destnîşan bike.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî dibêje: “Em li gorî yasayên Brîmer kar dikin. Lewma hê jî Necmedîn Kerîm parêzgarê fermî yê Kerkûkê ye.”

 

Berpirsê Liqa PDKê li Kerkûkê Mihemed Xûrşîd jî heman nêrîna Talebanî diparêze û dibêje: “Me derbarê guhertina parêzgar de guftugo nekiriye. Çimkî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara Parlamentoya Iraqê red dike û kes behsa ji kar dûrxistina Necmedîn Kerîm nake.”

 

Lê Polîtbûroya YNKê Rizgar Elî ji bo postê parêzgariya Kerkûkê weke namzet destnîşan kiriye.

 

Rizgar Elî ji Rûdawê re got: “Bi amadebûna Kosret Resûl, Polîtbûroya YNKê ez weke namzet hilbijartime. YNK azad e kî bike namzet, PDK nikare xwe tevlî vî karî bike.”

 

Lê Mihemed Xûrşîd di bersiva Rizgar Elî de got: “Di sala 2003ê jî de Rizgar Elî xwest weke parêzgarê Kerkûkê tevbigre lê PDKê qebûl nekir û kesekî din bû parêzgar. Eger ti peywendiyeke PDKê bi vî karî re nebe, çima roja 2ê Midarê Polîtbûroya YNKê nivîsîneke fermî ji PDKê re dişîne û daxwaza piştgiriyê ji Rizgar Elî re dike?”

 

Xurşîd herwiha Rizgar Elî bi tevlêbûna nav bûyerên Kerkûkê tometbar kir û got: “Pirsgirêka me li gel rewşa niha ya Kerkûkê heye. Di nava YNKê de baskekê xiyanet kir û bû sedema vê karesata ku bi ser Kurdan de hat. Rizgar Elî jî di nava vê baskê de ye, lewma nêrîna me li ser wî heye. Weke PDK em deng nadin parêzgarekî, ku nekare rewşê asayî bike. Em parêzgarekî diyar nakin, ku kiryarên Bexdayê rewa dike.”

 

Di hilbijartinên sala 2005ê yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Lîsteya Biratî û Bi hevre Jiyanê ji 41 kursiyan 22 kursî bidest xist. YNK û PDKê heryekî 8 kursî wergirtin. Kursiyênd in jî dane partiyên din ên kurdî, pêkhateyên tirkmen û krîstiyanan. Ji ber hinek endaman dest ji kar berdan, hevsengiya kursiyan a di navbera YNK û PDKê de guherî. Niha di nav encûmenê de 13 kursiyên PDKê, 6 yên YNKê û 3 kursî jî bi tevê serokatiya encûmenê yên Yekgirtûya Îslamî ne.

 

Berpirsê Liqa PDKê li Kerkûkê Mihemed Xûrşîd dibêje: “YNK bi tevlîbûna endamên tirkmen û ereb jî ikare rêjeya yasayî ji bo civîna encûmenê kom bike. Lewma nikare bi tevê wan endaman parêzgar jî biguhere. Ji bo temambûna rêjeya yasayî, pêwîstî bi tevlîbûna endamên PDK û Yekgirtûya Îslamî heye.”

 

Bexda dixwaze hakimê serbazî bike parêzgar

 

Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Rêbwar Taha, ku bi xwe xelkê Kerkûkê ye, behsa hewldanên parlamentoyê yên ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir û destnîşan kir: “Ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê zêdetirî 150 îmze hatine komkirin. Lê li gel Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê me nehişt ev mijar bikeve nama karnameya parlamentoyê. Çimkî eger encûmen were hilweşandin êdî Kurd nikarin kursiya parêzgariyê werbigrin.”

 

Taha got: “Dibe Bexda yan hakimeke serbazî yan jî desteyeke nû ji bo birêvebirina parêzgeha Kerkûkê diyar bike. Heta hilbijartinên pêş jî ew bajar bi rêve bibin.”

 

Lê şarezayê destûr Tariq Herb dibêje: “Parlamentoya Iraqê nikare Encûmena Parêzgeha Kekrûkê hilweşîne. Ji bo vê yan yasayeke nû pêwîst e û yan jî divê encûmen bi xwe biryara feshkirina xwe bide.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst