Kurdên êzidî: Bila rê bê qutkirin

Duhok (Rûdaw) – Malbatên êzidiyên ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatine revandin, piştî agahiya ku çekdarên DAIŞê kurdên êzidî yên revandî ji Mûsilê dibine Reqayê, dibêjin bila ew rê bê qutkirin.

 

Nura Xalef (50) kurda êzidî ya ji Şingalê ye û hêvî dikir ku bi operasyona Mûsilê mirovên wê yên di destê DAIŞê de ne, dê bêne rizgarkirin. Lê diyar bû ku beşeke mezin kurdên êzidî ji bajarê Mûsilê ber bi bajarê Reqayê yê Sûriyê ve hatine veguhestin. Li ser vê agahiyê hêvîyên Nura jî kêm bûne.

 

Nura dibêje ew derbarê çarenûsa mirovên wê yên di meha Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin tiştekî nizanin.

 

Nura Xalef ji Rûdawê re wiha got: “Me hêvî dikir ku bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, tevahiya rêyên DAIŞê dê werin qutkirin. Lê DAIŞ niha bidilê xwe ji Mûsilê diçe Reqayê û tê. Em ditirsin ku weke Felluce, Rûmadî, Geyarayê Mûsil jî bê kontrolkirin lê em kesekê êzidî nebînin.”

 

Operasyona rizgarkirina Mûsilê mehek derbas kir û di vê heyamê de derdora 100 kurdên êzidî hatine rizgarkirin. Lê ew kes ne bi encama operasyonê xilas bûne, ew bi hewldanên taybet hatine rizgarkirin.

 

Di 3yê Tebaxa 2014an de, DAIŞê êrişî Şingalê kir, wê demê bi hezaran xelk ji malên xwe reviyan û xwe li Çiyayê Şingalê girtin û herwiha 6 hezar û 413 kurdên êzidî ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin. Ji wan hin kes hatine rizgarkirin lê heta niha 3 hezar û 659 kes di destê rêxistinê de ne. Lewma herî zêde kurdên êzidî dixwestin operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê bike.


Kurdên êzidî kelî bi kelî operasyonê dişopînin û di xwazen rêya di navbera Mûsil û Reqayê de di demekê herî nêzîk de were kontrolkirin.


Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Jinên Êzidî yên Hatine Revandin Hûseyîn Kuru wiha got: “Piştî destpêkirina operasyonên me hewl da kesên hatine revandin bêne rizgarkirin. Lê mixabin heta niha yek êzidî jî bi encama operasyonê rizgar nebûye. Em li bendê ne ku li cihên ji aliyê artêşa Iraqê ve ji destê DAIŞê hatine deranîn bi dehan êzidî bêne rizgarkirin. Lê odeya operasyonên ji bo rizgarkirina wan ti plan amade nekirine.

 

Hûseyîn Kuru diyar kir ku heta niha li Mûsil, Reqa û Tileferê 100 jin û zarok hatine xilaskirin.

 

Kuru anî ziman ku wan bi fermî xwestiye ku rêya di navbera Mûsil û Reqayê de bê qutkirin û wiha domand:

 

“Ev tişt beriya niha jî hat serê me. Dema êriş li Felluce, Rûmadî, Geyara, Hemdaniye û Hemam Elîl hatî kirin em li agahdar bûn ku bi sedan êzidî li wan herêma hene. Lê dema ku ew der ji DAIŞê hat paqijkirin me yek êzidî jî nehat dîtin. Ji ber ku DAIŞê hemû şandibû navenda Mûsilê. Niha jî em pê hesane ku di 2 hefteyên vê dawiyê de çend kes şandine Reqayê. Lewma em dixwazin rêya di navbera Mûsil û Reqayê de bê girtin.”

 

Derbarê bûyerên li Hemam Elîlê jî de Kuru wiha axivî:

 

“Dema ku Hemam Elîl ji destê DAIŞê hat deranîn, ji bo êzidyên revandî em çûn wî bajarokî. Nîştecihên bajarokî 2 xaniyên jinên êzidî lê dihatin firotin nîşanê me kirin. Me dizanî hinek ji wan êzdiyên hatine revandin li Hemdaniye û Hemam Elîl hene. Lê dema ku ev der ji destê DAIŞê derketin ew veguhestin navenda Mûsilê.

 

Ereb Salim Tamîr Şingalî (55) ê ji Mûsilê reviyayî derbarê kesên hatine revandin de wiha got: “Piştî ku DAIŞ daket Şingalê ez 2 mehan li Şingalê mam û piştre çûm Mûsilê. Min li Mûsilê çend caran êzidî dîtin lê piranî jinên pîr bûn.”


Salim Tamîr wiha domand: “Dema operasyona Mûsilê dest pê kir, di nav xelkê de dihat gotin ku nêzîkî 300 kurdên êzdî birine Otela Ubrayê. Herwiha piştî şer nêzîkî rojhilata bajê bû hat gotin ku çend kes veguhestine Sûriye.”


Li Hemam Elîl çend gorên komî hatin dîtin. Hûseyîn Kuru anî ziman dibe ku di nav wan gorên komî de termên kurdên êzidî yên hatine revandin jî hebe û wiha axivî: “Ji ber vê yekê me xwestiye ku di demekê herî nêzîk de gor bêne vekrin û li ser wan lêkolîn bêne kirin.”