DÛZXURMATU - 200 mal û 150 dokan hatine şewitandin

Dûzxurmatu (Rûdaw) – Qayimeqamê navçeya Dûzxurmatu Şelal Ebdol ragihand: “Di aloziyên li vê navçeyê de nêzîkî 200 mal û 150 dokan hatine şewitandin.”

 

Piştî çend roj şer û alozî li navçeya Dûzxurmatu ya girêdayî paêrzgeha Selahedînê, niha rewşa vê navçeyê hinek aram bûye û rayedarên navçeyê hewl didin zirarên ku gihîştine welatiyan, destnîşan bikin.

 

Qayimeqamê Dûzxurmatu Şelal Ebdola jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Ji ber wan alozî, şer û pevçûnên ku di demên dawiyê de li Dûzxurmatu çê bûn, zirar gihîştiye hejmarek welatiyên navçeyê û di bûyeran de çend kes şehîd û birîndar bûne û herwiha hejmareke zêde ya mal û dokanên welatiyan jî hatine şewitandin.”

 

Şelal Ebduol derbarê hejmara wan mal û dokanên ku di aloziyên Dûzxurmatu de hatine şewitandin, ragihand: “Nêzîkî 200 mal û 150 dokan di aloziyan de hatine şewitandin.”

 

Ebdol da zanîn, “malên ku hatine şewitandin, maln kurd û tirkmanan in, lê belê pirraniya dokanên ku hatine şewitandin, yên welatiyên kurd in.”

 

Qayimeqamê Dûzxurmatu destnîşan kir: “Me ji komîteya ku ji Bexdayê ve bo lêkolînê hatibû navçeyê daxwaz kiriye ku mekanîzmekê danin daku bi zûtirîn dem wan kesan qerebû bikin ku di aloziyan de zirar dîtine.”

 

Şella Ebdol derbarê destpêkirina karê dezgehên hikûmî de jî aşkere kir, ku ji îro 22ê Mijdarê ve karê hemû dezgeh û fermangehên fermî li Dûzxurmatuyê dest pê kir.