Dihok bi germî pêşwazî li Barzanî dike (Vîdeo)

22-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dihok (Rûdaw)- Xelkê Dihokê derketin pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi germî pêşwazî li wî kirin û rizgarkirina Şingalê li wî pîroz kirin.

Barzanî ji eniyên şer ji Şingalê vedigere Hewlêrê û li bajarê Dihokê ji aliyê hejmarek zêde ji xelkê ve bi germî hat pêşwazîkirin û ji ber serkeftina Hêzên Pêşmerge û kontrolkirina Şingalê pîrozbahî li Barzanî kirin û dilxweşiya xwe nîşan dan.






Piştî salek û 3 mehan, di operasyoneke berfireh bi serperiştiya Barzanî roja 12 û 13ê vê mehê bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hat derxistin.

Barzanî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ye, li eniyên şer bû û serperiştiya operasyona Hêzên Pêşmerge dikir û îro vedigere Hewlêrê.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst