3 erdhejan Îlam hejandin

Îlam (Rûdaw)- Li navçeya Murmurî Abdanan a ser bi parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 erdhej çêbûn.

Hat ragihandin ku, ji şevê din ve û heta îro serê sibehê li navçeya Murmur Abdanan a ser bi parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 erdhej çêbûn.

Erdheja yekem şevê din saet 22:21 bi lerza 4.4 çêbû. Erdheja duyem saet 23:49 bi lerza 3 qewimî. Herwiha saet 03:49 bi lerza 3.8 erdhej çêbû.

Ziyanên canî û madî ji ber erdhejê derneketin, lê daxwaz ji xelkê wê navçeyê hat kirin ku xwe biparêzin û tîmên hawarçûnê ketin rewşa amadebaşiyê de.

Navçeya Murmurî Abdanan 220 km dûrî Îlam e û par erdhejeke mezin bi lerza 6.3 li wir çêbû û ji wê demê de wek navçeya erdhejan tê naskirin.