Li Meletiyê dê 32 hezar avahî û kargeh werin çêkirin

22-10-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Meletiya ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de gelek avahî hilweşiyan, 32 hezar avahî û kargeh dê werin çêkirin.

Ji ber erdhejên ku mezinahiya wan 7,7 û 7,6 û navenda wan navçeyên Meraşbûn bûn, avahî û kargeh hilweşiyan an jî xesareke mezin dît.

Şûna wan avahî û kargehan ji bo ku yên nû werin çêkirin, xebat dewam dikin.

Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz ragihand ku divê ew li navenda bajêr 32 avahiyên serbixwe çêkin û ji bo vê jî xebat dewam dikin.

Seddar Yavuz destnîşan kir ku di projeya sûkê de teslîma ewil dê sibatê were kirin û wiha dewam kir:

"Em projeyên xwe yên din jî didomînin. Niha înşeata nêzîkî 12 hezar avahiyên me dewam dikin.

Em dê 11 hezarê wan ji meha nîsanê pê ve teslîm bikin. Vê gavê li wê derê nêzîkî 2 hezar û 800î xwişk û birayên me dimînin.

Li wê derê heta niha nêzîkî 5 hezar avahî hatin teslîmkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst