4 namzedên jin ên ku li bazneyên xwe yekem in kî ne?
Hewlêr (Rûdaw) – Li 4 bazneyên dengdanê 4 namzedên jin dengên herî de standine û li bazneyên xwe bûne jinên yekem.
Ew her 4 namzedên jin ên ku herî zêde deng standine namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê doh encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere kirin.
Li gorî encamên komîsyonê, namzeta PDKyê Vala Ferîd li Hewlêr û li Herêma Kurdistanê bû namzeda jin a ku herî zêde deng standine.
Vala Ferîdê,13 hezar û 483 deng standine.
Li Dihokê jî namzeda PDKyê Wişyan Xudêda bûye namzeda jin a ku herî zêde deng standine.
Wişyan Xudêda Omo li Herêma Kurdistanê jî bûye namzeda duyem a jin ku herî zêde deng standine.
Li gorî komîsyonê Wişyan Xudêda Omoyê 9 hezar û 595 deng standine û ji Dihokê bûye parlamenter.
Li gorî yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê divê ji sedî 30ê parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê jin bin.
Heger namzedeke jin li gorî dabeşkirina dengan dengên pêwîst nestîne, divê li şûna namzedê mêr ew namzeta jin were hilbijartin.
Li bazneya Silêmaniyê namzeda YNKyê Lawên Mehmûdê piraniya dengan standine û di bazneya xwe de bûye yekem.
Lawe Mehmûdê 6 hezar û 111 deng standine.
Her wiha namzeta YNKyê ya bi navê Îman Ferec, li Helebceyê bûye namzeta jin a yekem û 2 hezar û 79 deng standine.
4 jinên ku li Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê dengên herî zêde standine ev in:#HilbijartinênKurdistanê2024 #KurdistanElection24 #KurdistanVotes pic.twitter.com/d9ucPXCSPP
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 22, 2024