Ji bo hinek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

22-10-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo hinek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û barana gur da.

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina demsala payîzê re, barîna baran û berfê zêde bûye û Saziya Keşnasiyê jî hişyarî da.

Saziya Keşnasiyê îro ragihand ku tê texmînkirin li parêzgehên Erzirom, Sêwaz û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê barana gur û berf bibarin.  

Her wiha li parêzgehên Wan, Qers, Sêrt û Êlihê jî barana gur dibare û li hinek cihên bilind jî berf dibare.

Li Qers û Erdexanê jî baran bariya û pişt re hewa sar bû û berf bariya.

Li Bakurê Kurdistanê serma roj bi roj zêdetir dibe û tê çaverêkirin pileyên germê ji îro û pê de dakevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst