HESEKÊ - Li ser Çemê Xabûrê pirek tê çêkirin

22-10-2024
RÛDAW
 Li ser Çemê Xabûrê pirek tê çêkirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Li ser Çemê Xabûrê pirek tê çêkirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Hesekê Çemê Xabûrê Pira Dûlab Uweysê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li ser Çemê Xabûrê Pira Dûlab Uweysê çêdike.

Endazyarê projeya Pira Dûlab Uweysê Ehmed Ebdulrehîm ragihand ku ew proje dê di sê qonaxan de xelas bibe.

"Proje ji sê qonaxan pê tê"

Ehmed Ebdulrehîm derbarê projeyê wiha got:

"Ev proje ji sê qonaxan pêk tê, qonaxa yekem sazkirina bingeh û binê bingehê ye.

Me heta asta dîzaynkirî kolan kiriye, piştre me dest bi kar û barên danîna diwêr kir ku ji çemento û keviran pêk hatiye.

Hîmê pirê bi 50 santîmetre çemento û ji hesin tê çêkirin.

Em dê di qonaxa duyem de dest bi avakirina skeletê pirê bikin ku bi bilindahiya wê 15 metre ne.

Qonaxa sêyem jî qonaxa dawî ye, dê dest bi çêkirina banê pirê were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst