RIHA - Agir bi malekê ket: Zilamek mir û hevjîna wî jî birîndar bû

22-10-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Avahî Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî agir bi malekê ket û zilamekî kal canê xwe ji dest da û hevjîna wî jî birîndar bû.

Li Taxa Cengîz Topelê li qata duyem a avahiyekê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman agir vemirand lê di bûyerê de kesekî bi navê Fethî Kaban ê 80ê salî mir û hevjîna wî Îslîm Kabana 78 salî jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Îslîm Kaban bir Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê û ew li wê derê tê dermankirin.

Li aliyê din, lêkolînên derbarê sedema derketina agir jî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst