HILBIJARTINÊN KURDISTANÊ - 4 partî li dijî encaman derketin: ‘Delîl hene!’

22-10-2024
RÛDAW
Civîna çapemeniyê ya 4 partiyan/Wêne: Rûdaw
Civîna çapemeniyê ya 4 partiyan/Wêne: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Dadgeriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Eniya Gel û Tevgera Helwestê li dijî encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derketin.

Komeleya Dadgeriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Eniya Gel û Tevgera Helwestê di civîneke hevpar a çapemeniyê ya li Silêmaniyê de encamên hilbijartinan red kirin.

Her 4 partiyan li ser encaman got:

“Gelek belgeyên bihêz hene ku binpêkirin û sextekarî hatine kirin û dengên me yên rastîn ne ev in.”

Berpirsê Dezgeha Amar û Hilbijartinan a Komeleya Dadgeriyê Bêstûn Heme Salih destpêka civîna çapemeniyê ya hevbeş ragihand:

“Em wekî Komeleya Dadgeriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Eniya Gel û Tevgera Helwestê li ser hilbijartinan û encamên wan civiyan.

Me behsa gelek mijaran kir.”

Berpirsê Dezgeha Amar û Hilbijartinan a Komeleya Dadgeriyê Bêstûn Heme Salih got:

“Em niha di pêvajoya bidestxistin û berhevkirina delîlan de ne û em di delîlên heyî de lêkolîn û kontrolan dikin.

Di rojên pêş de em dê pêşkêşî raya giştî bikin û bişînin parlamento û saziyên Îraqê jî.”

“Binpêkirinan bandoreke mezin dengên partiyan kiriye”

Seroka Dezgeha Hilbijartinan a Eniya Gel Fênik Mihemedê jî da zanîn:

“Binpêkirin û sextekariyan bandoreke mezin li tevahiya dengên partiyan kiriye.

Em wekî Eniya Gel piştrast in, encamên ku hatine eşkerekirin ne dengên me ne.

Gelek delîlên xurt di destê me de hene. Em dê teqez hemûyan pêşkêşî raya giştî bikin û paşê giliyê bikin.”

Endamê Desteya Birêvebir a Tevgera Helwestê Rêbwar Kerîm jî di civîna çapemeniyê de got:

“Em dengekî dengderên xwe jî diparêzin. Hinek dengên namzedên me bi xwe û yên hevjînên wan jî ne diyar in.

Dengên zêdetirî 15 namzedan li Silêmaniyê û 8 namzedan jî li Hewlêr û Dihokê ne diyar in.”

Endamê Desteya Birêvebir a Tevgera Helwestê Rêbwar Kerîm her wiha anî ziman:

“Em di destpêka lêkolînên xwe de ne û hejmarek pispor ên di warê elektronîk û ITyê de bi me re lêkolînê dikin.”

Li aliyê din, Komeleya Dadgeriyê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji encamên hilbijartinan mat mane.

Komeleya Dadgeriyê destnîşan kir ku ew encamên hilbijartinan red dikin û “Dê li ser sextekariya di hilbijartinan de lêkolînê bikin û delîlan kom bikin û gilî bikin.”

Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 7 kursî, Helwestê 4 kursî, Komeleya Dadgeriyê 3 kursî û Eniya Gel jî 2 kursî bi dest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst