Cegerxwîn li Amed û gundê xwe hat bibîranîn

22-10-2024
RÛDAW
Nîşan Cegerxwîn PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di 40emîn salvegera koça dawî ya helbestvanê Kurd Cegerxwîn de çalakiyek hat lidarxistin.

Di ser mirina nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn.

Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Amedê di 40emîn salvegera koça dawî ya helbestvanê Kurd Cegerxwîn de çalakiyek li dar xist.

Hinek şaredarên navçeyan û hejmarek nivîskar beşdar bûn.

Di çalakiyê de nivîskar û wergêrê Kurd Dilawer Zeraq jî yek ji axaftvanan bû û got:

“Helbestên wî ji gelek hunermendên mezin re bûn îlham.”

Zeraq diyar kir ku Cegerxwîn li gorî rîtmeke ku taybetmendiya civaka Kurd e, helbest nivîsandine û anî ziman:

“Wî sûd ji edebiyata devkî û klasîk wergirt û ew ji nû ve nivîsandin.”

PWKyê li gundê Hesarê Cegerxwîn bi bîr anî 

Birêvebir û endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û rewşenbîrên Kurd di 40emîn salvegera koça dawî ya helbestvanê Kurd Cegerxwîn de li gundê Hesarê yê Kercosa Êlihê ew bi bîr anî.

Cîgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Bedran Acar, Serokê Meclîsa PWKyê yê Ewropayê Merd Baran Boskan, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz, Serokê Teşkîlata Êlihê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û birêvebirên Teşkîlata Êlihê, endamên Meclîsa PWKyê Xidir Ûso û Nûrettîn Kiliç, Birêvebiriya Teşkîlata Merdînê ya PWKyê, Serokê Teşkîlata Hezoyê ya PWKyê A. Mecît Hezer û birêvebirên Teşkîlata Hezoyê, lêkolîner û dîroknas Kerem Serhedî, helbestvanê Kurd Şêxmûs Hemo û alîgir û dostên PWKyê beşdarî çalakiya bibîranîne bûn.

Beşdarên çalakîyê li ber mala ku Cegerxwîn lê hatibû dinyayê civiyan, bi pankarta ku wêneyê Cegerxwîn li ser bû û bi Alaya Kurdistanê deqîqeyekê ji bo Cegerxwîn û hemû şehîdên Kurdistanê rêz girt.

Seydayê Cegerxwîn beriya niha bi 40 salî, 22yê Çiriya Pêşîn a 1984an li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.

Helbestvanê navdar li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li hewşa mala xwe hat veşartin.

Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir û li pişt xwe gelek berhemên dewlemend hiştin ku ji helbest, ferheng û çîrokan pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst