Li Dîlokê barhilgirek wergeriya: Şofêr mir!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirek wergeriya û di encamê de şofêr mir.

Li navçeya Komirliyê, li ser rêya Otobana Tarsus-Edene-Dîlokê, barhilgirê ku Remzî Gorunmez şofêrtiya wê dikir ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêr Remzî Gorunmez li cihê bûyerê mir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên Parastina Sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Remzî Gorunmez birin Nexweşxaneya Dewletê ya Komirliyê.