Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê dê ji bo derûnnasan dê kargeha perwerdeyê were vekirin.
Bi piştgiriya Eyaleta NRWyê ya Almanyayê û bi hevkariya Enstituya Lêkolînên Tenduristiyê ya Navçandî ya Baden-Wuerttembergê, Zanîngeha Eyaleta Baden-Wuerttembergê ya Almanyayê û kovara Psychology Kurdiyê û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Diyarbekirê, li Meletiyê dê kargehên perwerdehiyê bên dayîn.
Li gorî agahiyan, ev perwerde ji bo pisporên qada tendursitiya derûnî hatine amadekirin û dê di navbera 2yê Kanûna Pêşîn û 6ê Kanûna Pêşîn a îsal de pêk werin.
Her wiha armanca van kargehan ew e ku pisporên qada tenduristiya derûnî di rewşên wekî erdhej û karesatên din de bi awayekî profesyonel alîkariya mirovan bikin.
Li ser navê ekîba koordînasyonê derûnnas Siyabend Aslan diyar kir ku piştî erdhejên 6 û 7ê Sibata 2023yan, bajar ne tenê ji aliyê fizîkî lê belê ji aliyê derûnî ve jî hilweşiyan.
"Bandorên derûnî îro xwe bêhtir didin der"
Siyabend Aslan amaje bi rewşa derûnî ya mirovan jî kir û wiha got:
"Piştî wan erdhejan bandorên derûnî îro xwe bêhtir didin der.
Ev rewş bi lêkolînên zanistî hatiye piştraskirin ku piştî van erdhejan gelek kes hîn jî di bin bandora travmaya erdhejê de ne."
Li gorî agahiyên ku Psychology Kurdiyê dane, di kargehên Meletiyê de dê 25 derûnnas, psîkiyatrîst, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan cih bigirin.
Pisporên tenduristiya derûnî bo ku tevlî van perwerdeyan bibin dikarin heta 20ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi rêya Psychology Kurdiyê li kargeha perwerdeyê bidin.
Divê were gotin ku heta niha li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Hatayê jî heman kargeh hatibûn vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse