Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: Em amade ne ku alîkariyên mirovî bişînin Xezeyê

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî got ku ew amade ne alîkariyên mirovî bişînin Xezeyê.

Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê êrişî Îsraîlê kiribû.

Îsraîl piştî vê yekê bi awayekî dijwar êrişî Xezeyê dike û herwiha Xeze dorpêç kiriye.

Piştî Deriyê Refahê yê di navbera Xeze û Misirê de vebû karwanên ewil ên alikariyê gihiştin Xezeyê.

Alîkarê Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Îbrahîm Semîn ji Rûdawê re destnîşan kir ew ji bo alîkariyê amade ne û wan ev yek ji rayedarên Filistînî re gotiye.

“Em ji bo alikariyên mirovî amade ne”

Îbrahîm Semîn da zanîn ku BCF ji bo alîkariya her cihî amade ye û pê de çû:

“BCF bêyî ku li dîn an nijada wan binêre amade ye alîkariyê bişîne her cihê ku pêwîstî heye. Me Konsulxaneya Filistînê ya Hewlêrê ziyaret kir û me ji wan got ku em ji bo alikariyên mirovî amade ne.

Dema ku deriyê sînorî vebû me ji wan re got, ‘Em amade ne derman, xurek û tiştên din ên pêwîst bişînin.’”

Li aliyê din, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed û şandeya pê re jî Konsulxaneya Filistînê ya Hewlêrê ziyaret kiribû.

Ehmed jî sabû zanîn ku BFC ji bo şandina alikariyên mirovî amade ye.