Miftiyê Kaniya Xezalan bi tohmeta destdirêjiyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Miftiyê navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta destdirêjiya ser xwendekarekê hat girtin.

Li gori îdiayan, Miftiyê Kaniya Xezalan Halîl Bîlîk, dema li dibistaneke navçeyê dersa olî dida, keçeke xwendekar a 13 salî hembêz kiriye.

Li ser giliyê keçikê derbarê Halil Bîlîk de lêpirsîn hat destpêkirin.

Herwiha Bîlîk doh bi biryara dadgehê hat girtin û ji bo girtîgehê hat şandin.