Li Semsûrê 3 otomobîl li hev qelibîn: 10 kes birîndar bûn

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê sê otomobîl li hev qelibîn, 10 kes birîndar bûn.

Şeva borî otomobîla bi şofêrtiya Leyla Dogan, otomobîla bi şofêrtiya Serkan Solgun û otomobîla bi şofêrtiya Selahattin Yilmaz li ser rêya Semsûr-Kolikê li hev qelibîn.

Bi bûyerê de her sê şofêr û 7 kesên di nav otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîman ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Herwiha hatiye ragihandin ku rewşa tendirûstiyê ya birîndaran baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst