Li Dîlokê bûyera trafîkê: Gelek mirî û birîndar hene

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de li gorî agahiyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Berê sibeha îro li ser rêya Tarsus-Edene-Dîlokê barhilgirekê li minibus, kepçe û makîneya valakirina alsfatê da.

Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Barhilgira ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn, li nêzîkî Xaçerêya Narliyê li cihê ku rê dihat nûjenkirin li minîbûsa pêşiya xwe da.

Piştre li kepçe û makîneya valakirina alsfatê qelibî, wergeriya û agir pê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendurûstiyê û gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de li gorî agahiyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Mereş û Dîlokê.

Ji ber bûyerê li ser rêya Dîlok-Edenê gelek qerebalixî çêbû.

Tîmên parastina sivîlan gehiştin cihê bûyerê û agirê bi otomobîlan ketibû vemirandin, lê otomobîl bi tevahî şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst