Krîza aborî û astengiyên li pêş weşangeriya Kurdî

22-10-2022
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Weşangerên Bakurê Kurdistanê Suleyman Çevîk Qahir Bateyî Pirtûkên Kurdî Krîza Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûna zêde ya nirxan wek diyardeyeke krîza aborî bandoreke nerênî li weşangeriya Kurdî jî dike. Bi taybetî zêdebûna nirx, kirê, kaxiz û kelûpelên weşangeriyê weşangerên Kurd xistine tengasiyê. Weşangerên Bakurê Kurdistanê dibêjin kirîna pirtûkan bo xwendevanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êdî bûye luks.

Li navenda weşanxaneya Nûbiharê ya li Stenbolê ku zêdeyî 30 sal in bi sedan berhemên Kurdî çap kirine, rêveberê wê Suleyman Çevîk bo Rûdawê behsa astengî û zehmetiyên li pêş weşangeriya Kurdî kir.

Rêveberê Weşanxenya Nûbiharê Suleyman Çevîk got “Ev saleke weşanxaneyên Kurdan ji ber bilindbûna dirav û enflasyonê di rewşeke gelekî xirab de karê xwe dikin. Ev ne tenê bo weşanxaneyên Kurdî ji bo yên Tirkî jî bi heman awayî ev krîz heye. Lê krîzê zêdetir bandor li weşanxaneyên Kurdî kiriye. Ji xwe ji berê de karê wan nebaş e û bi zehmetî karê xwe dikirin. Em dikarin bibêjin weşangeriya Kurdî bi krîzê destpê kir û bi krîzê karê xwe berdewam dike."

Zêdebûna xerciyên weşangeriyê bandorê li bazara pirtûkan jî dike. Weşangerên Kurd ku ji ber bêbazariyê ev çend sal in bi zehmet xwe li ser piyan digirin, neçar dimînin nirx li gor bihabûnan zêde bikin.

Rêveberê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî dibêje “Aborî gelek xirab bûye. Bi taybetî ya Kurdan. Di nav vê aboriya xirab de dibe yek ji saziyên ku aboriya wan herî xirab bûye jî weşanxaneyên Kurdî ne. Ji ber ji berê ve weşanxaneyên Kurdî di şert û mercên zehmet de karê xwe dikirin. Lê ev rewşa xirab jî hat ser hê kambaxtir dibe, zêdebûna bihayê kaxizê mirov dikare bibêje di salekê de, 3-4 qat zêde bûye. Her diçe jî wê her zêde bibe. Ev jî bê guman karûbarên me zehmettir dike. Di nav van şert û mercên herî zehmet de em jî hewl didin xwe li ser piyan bigrin.”

Hejmara pirtûkên Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine çapkirin

Li gor Amarên Federasyona Yektiya Pîşesazên Weşangeriyê ya Tirkiyê di 9 mehên destpêkê yên sala 2021ê de 347 milyon û 42 hezar û 65 pirtûk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatibûn çapkirin. Lê ji ber bihabûna xerciyên weşnageriyê di heman serdema îsal de ew hejmar bo 298 milyon û 818 hezar û 959 pirtûkan daketiye. Wate sektora Weşangeriyê îsal bi rêjeya ji sedî 14 karê xwe kêm kiriye.

Weşangerên Kurd didin zanîn ku tenê îsal ji ber krîza aborî û zêdebûna xerciyên weşangeriyê neçar mane 2 heta 3 caran nirxê pirtûkên xwe li gor bihabûnan biguncînin û dibêjin kirîna pirtûkan bo xwendevanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êdî bûye luks.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst