Ji ber şerê di navbera grûpên çekdar de rewşa xelkê Efrînê ne baş e

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerê Desteya Tehrîr el-şam û Feyleqa Sêyem li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, rewşa xelkê sivîl dîsa bûye cihê dilgiraniya saziyên mafên mirovan. Berdevka Ofîsa Mafên Mirov a ser bi Neteweyên Yekbûyî got, ew ditirsin ku ew şer debrasî Heleb û Idlibê jî bibe.

Berdevka Ofîsa Mafên Mirov a ser bi Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani di civîneke çapemeniyê de li bajarê Geneva yê Swîsreyê nîgeraniya xwe ya li rewşa mirovî li Sûriyê anî ziman, bi taybetî piştî şerê di navbera Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên pozisyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê de li Efrîn û navçeyên din ên bakur û rojavayê Sûriyê ku di destê wan grûpan de ne.

Berdevka Ofîsa Mafên Mirov ser bi Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Ravina Shamdasani li ser rewşa sivîlên di qada şer de got, “Di encama şerê vê mehê de li bakurê Sûriyê hejmarek kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Em gelekî nîgeran in derbarê xelkê ku ji ber vî şerî dibin qurbanî û derbider dibin.”

Shamdasani her wiha daxwaz ji aliyên şerker û welatên ku bandorê li ser wan grûpan dikin kir sivîlan ji şer dûr bixin, jiyana wan biparêzin û rewşa wan navçeyan aram bikin.

Berdevka Ofîsa Mafên Mirov ser bi Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Ravina Shamdasani anî ziman, “Em ditirsin şerê vê dawiyê ku hejmarek alî tê de beşdar bûn, bi taybet Desteya Tehrîr El-Şam û hinek grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, derbasî navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê bibin, ji wan jî Heleb û Idlibê .”

Li gor OHCHR di navbera 12 û 18ê Cotmehê de, di şerê Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên opozisyona Sûriyê de 7 kesên sivîl hatine kuştin ku 4 ji wan jin û 3 jî zarok in, her wiha 11 kesên sivîl jî birîndar bûne, OHCHR destnîşan kir ku 7 mêr, 2 jin û 2 jî zarok in. Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ji 2011an ve nêzîkî  306 hezar û 887 kesên sivîl hatine kuştin.

OHCHR pêşbînî dike hejmar ji wiha zêdetir be jî lê gelek nav nehatine belgekirin.

Desteya Tehrîr El-Şam 12ê vê mehê êrîşî ser grûpên opozisyona Sûriyê kir ku nêzîkî Tirkiyê ne wek, Feyleqa Sêyem tên naskirin, navçeya Cindirês a Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û bajarê Efrînê ji destê wan derxist ku di Adara 2018an de ji aliyê Tirkiyê û wan grûpan ve di operasyonekê de hatibû dagirkirin.