Rêya Hewlêr-Kerkûkê: Berazek bû sedema qezaya trafîkê û kesekî canê xwe ji dest da

22-10-2022
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Kerkûk Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr û Kerkûkê otomobîlek li berazekî qelibî. Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê ragihand, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî îro Şemiyê 22ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand, qeza demjimêr 23:30ê şevê li nêzîkî gundê Teterawe yê ser rêya Hewlêr û Kerkûkê qewimî.

Fazil Hacî got, “Otomobîleke taybet ku hemû endamên malbatekê tê de bûn, ji nişka ve li berazeke kovî qelibî û piştre ji rê derket û wergeriya. Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.”

Fazil Hacî şîret li şofêran kir ku li ser rêyên derveyî bajêr dema ti otomobîl li hember we tunebûn, bi ronahiya dirêj biçin.

Li gor amarên hatûçûnê yên Herêma Kurdistanê, di sala 2021an de li Herêma Kurdistanê 4 hezar û 119 bûyerên trafîkê rû dane û di encamê de 662 kesan canê xwe ji dest dane û 7 hezar û 121 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst