Grûpên nêzîkî Tehrîr el Şam Efrînê birêve dibin

22-10-2022
Hisên Omer
Cebhe El Şamiyê ji Efrînê derketiye û daxwaza %60 ji dahata zeytûnan dike / wêne: afrinpost
Cebhe El Şamiyê ji Efrînê derketiye û daxwaza %60 ji dahata zeytûnan dike / wêne: afrinpost
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Cebhet El Nusre ango Cebhet  Tehrîr el Şam ji nav Efrînê vekişiyane, lê herêm di bin kontrola wê de tê birêvebirin, çekdarên herêmê bi rêve dibin hevalbendên wê ne, ew jî Hemzat û Emşat in. Çekdarên Cebhet Tehrîr el Şam ji herêma Efrînê derketine, lê daxwaza 60% ji dahata zeytûnên Koçberên Kurd dikin.

Li ser rêya ji nahiyeya Cindirêsê ji aliyê rojava ve diçe nav bajarê Efrînê, heta roja çarşemê çekdarên Desteya Tehrîr el Şam li ser vê rêbendê hatibûn bicîkirin. Alên Tirkiyê her wekî xwe mabûn, lê niha çekdarên Cebhet Tehrîr el Şam ji rêbendê hatine vekişandin.

Medyakarê Efrînî Îbrahîm Berekat ji Rûdawê re got, niha Efrînê bi rêya hevalbendên Tehrîr el Şam û bi serpereştiya wê destêyê tê birêvebirin.

Berekat ji Rûdawê re da zanîn jî, ku çekdarên Cebhe el Şamiye, pişrtî bicîhiştina Efrînê jî daxwaza 60% ji dahata zeytûnên koçberên Kurd dikin.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê bidest xistine, hêzên Tirkiyê dest bi dirustkirina 2 xalên serbazî li Dêrbelût, ser bi cindirêsê û Xezêwiyê li başûrê Efrînê kiriye. Çekdarên Desteya Tehrîr di wan herdu derwazeyan re derbasî herêma Efrînê bûbûn.

Herî nû jî, roja şemiyê, şekdarên el-Cebhe el-Şamiye rê li tankerên sûtemeniyê girtine û nehiştine ku ew ji Izazê biçin Efrînê. Vê yekê jî hiştiye demildest kirîza kêmbûna sûtemeniyê li herêma Efrînê serî hilde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst