Abdurrahman Kurt: Azerbaycan ji bo me çi ye Kurdistan jî ew e

22-10-2022
RÛDAW
Partiyê Abdurrahman Kurt,  bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak yên derbarê rojevê de da.
Partiyê Abdurrahman Kurt, bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak yên derbarê rojevê de da.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand ku li Tirkiyê “înkar û asîmîlasyon di pirsa Kurd de nemaye, lê belê di mijara demokrasiyê de ti sînor nînin, lewma muxatabê pirsgirêkên Kurdan Serokomar e.”  Kurt derbarê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de jî got, "Her tişta dema ku hest, yekitî û hevgirtinê ji bo Tirkiyê xurtir bike, dikare pêk were."

Sibe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyipp serdana Amedê dike û di merasîmekê de 140 projeyan vedike.

Biryar e Serokkomarê Tirkiyê 13 projeyên şaredariya mezin ya Amedê veke, di nav de nûjenkirina navçeya Sûra Amedê, wêstgeha paqijkirina ava pîs li ser Çemê Dicle û projeya cade û bexçeyên niştîmanî yên Amedê.

Ji aliyê din cihê meraqê ye ku sibê Erdogan dê ji Amed, çi peyaman bide.

Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt, beriya serdanê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak yên derbarê rojevê de da.

Kurt bal kişand ser girîngiya serdana Erdogan a bo Amedê û got: “Di nava vê aloziya cîhanê de, Tirkiye bi saya Serokomarê me birêz Recep Tayyip Erdogan performansek mezin nîşan da. Ew wek siyasetmedarekî, ku kariye bibe rêberê tekane hevsengî di navbera navendên rojhilat û rojava yên ku li cîhanê hatine avakirin de biparêze, û xwediyê wê hêzê ye ku nêzîkî rast û dadmendiyê û nermbûnê bimîne. Ev ji bo Tirkiyê tiştekî pir zehmet e ku mirov xeyal bike.”

“Helbet muxatabê pirgirêkên Kurdan Serokomarê me ye”

Li ser pirsa Erdogan di serdana xwe ya sibe de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd dê peyamekê bide? Kurt got: “Nêrîna wî ya li pêvajoyê her tim wisa ye. Mînak pêngava zindana Amedê êdî bûye parçeyek ji pêvajoyê. Helbet hêviyên cuda ji civakê derdikevin holê, wek mînak mirov dikare bibêje ku di derbarê tayînkirina mamosteyên bi kurdî de me hêviyek cidî dît. Lê ya ku tê eşkerekirin ev e: Me înkar û asîmîlasyona pirsgirêka Kurd qedand. Di vê wateyê de pirsgirêka Kurd nîne, lê pirsgirêkên Kurdan heye. Pirsgirêkên her aliyan hene, lê belê di mijara demokrasiyê de ti sînor nînin. Ew dînamîk e, pêş dikeve, di pêvajoyê de gavek hewce dike ku gavek din were. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de muxatabê pirsgirêkên Kurdan helbet Serokomarê me ye.

Bi hev re, me gevên pir cidî yên wan hevdîtinan dît, ku di civaka sivîl xuya bûne. Gavên weke vekirina TRT 6 (TRT Kurdî), beşên zanîngehê (Kurdolojî), pêvajoyên ku rê dide nêzîkatiya duzimanî li ser tabelayên me bi cih bibe, dibe ku di pêşerojê de bibe sedema avakirina perwerdehiya duzimanî. Her tişt girêdayî asayîbûn û baweriyê ye.”

“Eger Kurd qezenc neku, Tirk jî bi ser nakevin”

Kurt li ser pirsa “gelo armanca AK Partiyê ya perwerdehiya duzimanî heye yan na jî wiha got: “Niha berî ku em li ser vê yekê bifikirin ku AK Partiyê daye pêşiya xwe, em wiha bifikirin; ev dê hêzê bide Tirkiyê yan zirarê bide? Ji ber ku berê dema behsa pirsgirêka kurd dikir, me her tim digot; Di vê mijarê de divê bi rêyeke ku di nava fikarên Tirkan û daxwazên Kurdan de hevsengiyê çêbike hebe. Ji ber ku em di erdnîgariya bermayiya Osmaniyan de ne, erdnîgariya me ji aliyê emperyalîstan ve hatiye perçekirin. Em hemû bi hev re dibînin ku pergala ku hêj hêvî dike ku ji berdewamiya vê perçebûnê sûd werbigire, îro jî di pêvajoya ku bi şerên wekaletê pêş dikeve de, ji bo ku li herêmê îstîsmara emperyalîzma navneteweyî bidome, pêvajoyên li herêmê sabote dike. Tişta ku divê em li vir bikin ev e ku em bi hev re bin. Divê em vê yekê bizanibin; tiştê ku eger Kurd qezenc nekin, Tirk jî bi ser nakevin.”

Kurt bersiva pirsa “Dibe mafê Perwerdehiya bi zimanê dayikê were dayîn” da û got: “Çima na? Bi gotineke din ev daxwazeke civakî ye ku dê bi vê pêvajoyê derkeve holê. Her tişta dema ku hest, yekitî û hevgirtinê ji bo Tirkiyê xurtir dikare pêk were.”

“Tirkiyeyîbûn ne Tirkbûn e”

Kurt herwiha gotr: "Bertekên civakê yên li hemberî HDPê yên piştî çalakiyên xendek û çalan di rastiyê de jiyana bi hev re ye û divê weke helwesteke li dijî sabotekirina wê bê xwendin. Divê bi zelalî were diyarkirin ku Kurd bûne Tirkiyeyî, lê nebûne. Di salên 90î de gund hatin şewitandin û xelkê mal û warên xwe li dû xwe hiştin berê xwe nedan Zaxo, Duhok û Hewlêrê, ê berê xwe dan Wanê, Amedê, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Îzmîrên, ev jî nîşan dide ku Kurd bûne Tirkiyeyî.”

Li ser pirsa “Ji ber ku rê li ber perwerdeya bi zimanê dayikê nayê vekirin, di nava Kurdan de şkestinek heye. Weke Abdurrahman Kurt, ji perwerdeya bi kurdî heta pêkhatina pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê hêviyeke we ya wiha heye?” Kurd wiha axivî: “Ez hêsan nabînim ku li ser vê yekê berî 2023 were axaftin. Divê hûn rasteqîn bin. Lê piştî sala 2023an neperwerdeya bi zimanê dayikê, lê em bibêjin perwerdeya duzimanî ê watedartir bibe. Ji ber ku piraniya Kurdên Tirkiyê bi her awayî duzimanî ne, lê bi baweriya min hem mirovahî û hem jî erkek îslamî ye ku zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin û ev çand bijî. Ev mîsyon ji ber tirsên cûrbecûr hat xeniqandin. Metirsiya parçekirina welat û manîpulasyonên hêzên navneteweyî yên li ser vê pirsgirêkê ev tirs zêde kiriye.”

"Pêvajoya çareseriyê jixwe berdewam e"

Kurt wiha bersiva pirsa "Gelo pêvajoyek nû ya çareseriyê dibe destpê bike?" da: “Eger ku mebesta we ji pêvajoya çareseriyê pêşketina pêvajoyên demokratîk be, jixwe ev yek didome. Vê yekê tenê weke pirsgirêka Kurd nehesibînin. Em yekê di mijara Elewiyan de jî dibînin. Ev pêvajoyeye çareseriyê ye. Em dikarin pêşbînî bikin ku Kurd dê pêvajoyên bi pirsgirêkên xwe re bidomînin.

Eger mebest ev be; hevdîtinên bi beşên civakî yên cuda yên Kurdan re, ji çek û tundiyê dûr in, bi ya min divê bi her awayî pêk were. Dibe ku hên bêhtir were bihêzkirin, lezkirin û kûrkirin. Ez di wê baweriyê de me ku pêvajoya çareseriyê di warê berdewamkirina demokratîkbûnê de li her qadê berdewam dike.”

"Em daxwaz ji gelê Kurd dikin ku zarokên xwe zêde bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya bi Parlamenterê Îzmirê Mehmet Alî Çelebî û xanima wî ya ku beşdarî partiya wî bû da wiha got, "Zarok pir girîng in. Binêrin PKK 5, 10, 15 hene."

Li ser pirsa “Weke Kurdekî hûn bi gotinên Serokomar Erdogan êşiyan?" Kurd wiha got: “Me berê jî li ser vê yekê axivî. Ji ber ku ez paşxaneya meselê jî dizanim, mebesta PKKê hate berevajîkirin. Hûn dizanin zarokên PKKê nînin. Lewma jî jixwe ji me re behsa Kurdan dike, dipirse çend zarokên we hene, çima zarokên we kêm in. Dizane em Kurd in, bi xwe çend caran ji min jî pirs kiriye, çend zarokên te hene?. Li vir Xalê Hemo heye û Kurd e, weke AK Partiyî yê herî zêde xwedî zarok e. Di her rewşê de, dema mirov li herêmê lêkolîn bike, herî zêde zarokên Kurdan AK Partî ne. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku wî ev yek ji Kurdan re gotiye. Me hinekî şaş fehm kir, gotin 3, me 13 fêm kir.”

Kurt got, "Di vê navberê de bila em banga xwe nû bikin û em bi girîngî ji gelê Kurd dixwazin ku zarokên xwe zêde bikin."

“Em girîngiyê didin Kurdistana Iraqê”

Di berdwamiya axavtina xwe de Kurt mijara vîze û geştên asmanî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gavên hêsan in û wiha pê de çû: “Em bi rastî girîngiyê didin Kurdistana Iraqê. Em di serdemeke şaşfêmkirinê re derbas bûn, lê hêviyên civakê zêde ne. Tirkiye ji bo Kurdistana Iraqê girîng e, ew jî ji bo me girîng in. Ji ber vê yekê pir girîng e.”

Abdurrahman Kurt bal kişand ser girîngiya asayîbûna di navbera her du aliyan de û tekez kir ku normalîzekirin meseleya xwebaweriyê ye û got: “Divê ev xwebawerî bigihêje vê astê. Azerbaycan ji bo me çi ye, li wir hemnîjadên me hene, dema ku Kurdistana Iraqê jî wiha bibe, em dê bawer bikin ku ev civak êdî normal bûye. Ew mirovên me ne, ev jî mirovên me ne. Ew dewleta me ye, ev jî dewleta me ye. Dema ku em karibin vê nêrînê cîbicî bikin di nav civakê de, em bibêjin hem Azerbaycan û hem jî Kurdistana Iraqê jî perçeyek in ji me, wê demê ew xwebawerî jî çêdibe û her tişt asayî dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst