HDP: Cegerxwîn mîraseke mezin ji me re hişt

22-10-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Cegerxwîn
A+ A-

Hewêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 37mîn salvegera koça dawî ya helbestvanê navdarê Kurd Cegerxwîn de daxuyaniyek weşand da û ew bibîr anî. HDPê diyar kir, “Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û mîraseke mezin ji me re hişt.”

Helbestvanê mezin û navdarê Kurdistanî, Seydayê Cegerxwîn beriya 37 salan di sala 1984an de li Stockholm a paytexta Swêdê di mişextiyê de koça dawî kir û paşê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 37mîn salvegera koça dawî ya Cegerxwîn de bi daxuyaniyekê ew bibîr anî. Daxuyanî li ser navê Hevberdevkên Komîsyona Nexşerêya Kurdî ya HDPê Dersim Dag û Salîm Kaplan û bi sernavê "Em şairê mezin ê Kurd Seydayê Cegerxwîn bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin" hatiye weşandin.

HDP, Seydayê Cegerxwîn wek “Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata Kurdî” bi nav dike û dibêje, “Cegerxwîn, di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Bi xebat û xîreta xwe bandoreke mezin li ser rewşenbîriya Kurdî kir. Em di salvegera 37mîn ya koça wî ya dawî de şairê mezin, yek ji nûnerên helbesta modern a Kurdî Cegerxwîn bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de behsa serboriya jiyana Cegerxwîn tê kirin û serboriya jiyana wî wek mînak û neynika rewşa gelê Kurd tê binavkirin û tê gotin, Cegerxwîn “di helbestên xwe de cih da daxwaza azadiyê ya gelê Kurd.”

HDP di daxuyaniya xwe de wiha dibêje,“Seydayê Cegerxwîn jiyana xwe li sirgûniyê bihurand. Û li sirgûniyê jî jiyana xwe ji dest da. Di sala 1984’an de bi beşdarbûna bi hezaran hezkiriyên xwe, li Qamişloyê hat veşartin. Serboriya jiyana Cegerxwîn, wekî serboriya gelê Kurd û neynika zext û zordarî, pirsgirêkên civakî û sirgûniyê ya gelê Kurd bû. Serboriya jiyana wî ya ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Libnanê, ji Rojava heta Başûr, bandora xwe li ser karekterê wî yê rewşenbîrî, siyasî û edebî kir. Di helbestên xwe de cih da daxwaza azadiyê ya gelê Kurd. Ji bilî zext û zordariyên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftinê, her wekî din, kêşe û neyeksaniyên civakî, xizanî, zora axayan a li ser gundiyan, çerxa kedxwarî û mêtingehiyê û eşqa welat rengê xwe da helbestên Cegerxwîn û bandora xwe li ser çêbûna şexsiyeta wî ya civakparêz, welathez, aştîxwaz û azadîxwaz kir.”

Partiya Demokratîka Gelan amaje bi pêgeha Cegerxwîn di nava civaka Kurdistanê de dike û dibêje, ji ber vê pêgehê ye ku hişmendiya li dijî Kurdan, êrişî kesayetî û nirxên girêdayî wî dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Cegerxwîn di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet girtiye. Ji ber vê jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Nemaze di van salên dawî de, qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Cegerxwîn jî kirin; saziyên ku bi ser navê wî hatibûn avakirin ji aliyê wan ve hatin girtin, navê kuçe û kolanan hatin guhertin, park hatin girtin. Ev êrişên li dijî Cegerxwîn, her wekî din nêrîn û zihniyeta desthilatî û qeyûman a li dijî hişûbîra gelê Kurd, dewlemendiya çandî û dîrokî ya gelê Kurd û hebûna Kurdan nîşan dide.”

HDP destnîşan dike, “Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û mîraseke mezin ji me re hişt. Em li ber bîreweriya wî bejna xwe ditewînin û di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst