Li gundên Ereban li ser rêya Şingal-Duhokê teqe li otomobîlên Kurdên Êzidî dikin

Şingal (Rûdaw) - Li gundên Ereban ên nêzîkî bajarokê Rebîe, teqe li wan Kurdên Êzdiyan tê kirin ku di navbera Şingal û Duhokê de çûn û hatinê dikin. Di heftiyekê de du caran teqe ji aliyê hinek grûpên çekdar ên nenas ve li herdu gundên Şeilan û Çil Berat, teqe li otomobîlên Kurdên Êzidî yên xelkê Şingalê hatiye kirin.

Bi gotina beşek ji şofêrên şahidhal ku bi şev çûn û hatinê li ser wê rêyê dikin, li gundên Şeilan û Çil Berat ên li sînorê nahiyeya Rebîeyê teqe li wan hatiye kirin.

Feysel Salih yek ji wan şofên Kurdên Êzidî ye, ku teqe li wî hatiye kirin, ew dibêje, dema wî xwatiye biçe sînorê Herêma Kurdistanê, li wan gundan teqe li wî hatiye kirin û nêzîkî 20 fîşek berdane wî.

Feysel Salih roja Çarşemê ji Rûdawê re got: “Berî 20 xûlekan min xwast ez biçim Kurdistanê, teqe ji wan gundan avêtin min, her zû min xwe gihande Salkî. Derdora 20 gulleyan avêtin min.”

Muxtarê gundê Çil Berat ji Rûdawê re ragihand, wî guh li ti teqeyan nebûye, lê teqeker ew kes in ku cudahiyê di navbera Ereb û Êzidiyan de çê dikin.

Li gor gotina Berdevkê Polîsê Rebîeyê, ti kesek bi tometa ku rêgirî li otomobîlên Kurdên Êzidî kiribin, nehatine desteserkirin.

Beriya du rojan xortekî Ereb ê 28 salî ji eşîra Şemmer li sînorê Şingalê ji aliyê hin kesên nenas ve hatibû kuştin.

Muxtarekî Erebên Şemmer jî dibêje, “peywendiyên me li gel Êzidiyan baş in û em li pêşiya hatin û çûna wan nabin rêgir.”

Fehd Mihemed, Şêxê Şemmer ên erebên gundê Çil Berat ji Rûdawê re got: “Her roj em diçin û tên, me ti pirsgirêkek li gel Êzidiyan nîne, li vê derê em diçin, bi şev em diçin bi roj em diçin, rast e ew xortê Şemmer hatiye kuştin li sînorê Şingalê, hinek alî hene dixwazin fitneyê çê bikin.”

Hejmarek ji muxtarên Kurdên Êzidî yên Şingalê, peywendî bi şêxên Erebên Şemmer kirine, daku bi hev re bicivin.

Şêx Omer Ecac, Şêxê gundê Guhbel ê Êzidiyan derbarê wê yekê de dibêje: “Rastî Erebên Rebîeyê hatibûne pêşiya xelkê me li sînorê Rebîeyê, gef li hinek şofêrên me yên Êzidî kiribûn û gotibûn, em qebûl nakin hûn hatin û çûnê bikin. Ew Ereb li problemekê digerin, me telefona şêxên Şemmer kir, wan jî got em vê yekê qebûl nakin û kî wan karan bike, dê hikûmet wan desteser bike.”

Polîs û hêzên ewlekariyê yên Iraqê li sînorê qezaya Şingalê û bajarokê Rebîeyê, derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin, daku ew kesên ewlehiya deverê têk didin, desteser bikin.