Hikûmeta Kurdistanê: Em pabend in bi rêkeftina OPEC Plus û divê dadperwerane be
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pabendbûna bi rêkeftina OPEC Plus dibêje, pêwîst e dadperwerî li ber çav bê girtin di destnîşnakirina rêjeya kêmkirina berhemanîna petrola xam li Herêma Kurdistanê û li ser binemaya rêjeya koma kêmkirina berhemanîna petrola xam a Iraqê be.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil, îro Pênşemê, 22-10-2020, derbarê pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêkeftina OPEC Plus daxuyaniyek belav kir û li ser pişka Herêma Kurdistanê di rêkeftina OPEC Plus de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr ronahiya biryarên OPEC Plus (OPEC+) bi şêweyekî dadperwerane pabendî kêmkirina berhema petrola xam bûye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku berhemanîna petrola xam li Herêma Kurdistanê di berhemanîna giştî ya Iraqê de ji sedî 10 derbas nake.
Dr. Cotyar Adil dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti xema wê li ser kêmkirina berhemanînê li gor rêjeyeke dadperwerane nîne ku li gel hikûmeta federal bê lihevkirin, li hember wê hikûmeta federal mafên Herêma Kurdistanê bide.”
Di daxuyaniyê de tê gotin Herêm Kurdistanê, “ji wî pereyê ku di encama kêmkirinê de ji dest dide, nikare karûbarên xwe birêve bibe û nikare jî xerciyên xwe yên sereke dabîn bike. Di serê wan hemûyan de jî, mûçeyên fermanberan e.”
Berdevkê Hikûmetê amaje bi wê dike, “budceya ku ji bo beşek ji qerebûya karmendan ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal ve hatiye amadekirin, mehane ji 450 mîlyar daketiye 320 milyar dînaran” û diyar dike, “Ev jî ji bilî daketina asta dahata petrolê ji ber bandora nexweşiya Coronayê û neşandina mûçeyên karmendên Herêmê ji alîyê hikûmeta federal ve ji bo mehên Gulan, Hezîran û Tîrmeha 2020.”
Di daxuyaniyê de tê tekezkirin “Ev rewş ji hikûmeta federal dixwaze ku krîza aborî ya giran a li Herêma Kurdistanê ku ji Sibata 2014an û vir ve tê re derbas dibe, di ber çavan re derbas bike.”
Cotyar Adil amaje bi rêkeftina roja 18.04.2020 kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk hat û got, “Her du aliyan jî tekez kirin, ji bo diyarkirina rêjeya kêmkirina berhemanîna petrola xam li Herêma Kurdistanê divê bi şêweyekî dadperwerane be û li ser binemaya rêjeya koma kêmkirina berhemanîna petrola xam a Iraqê be û nebe sedemek ji bo ziyana madî ya zêdetir bi Herêma Kurdistanê.”