Koreya Başûr spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Koreya Başûr bi mebesta derbirîna spasî û pêzanîna Konsulxaneya Giştî ya Komara Koreya Başûr ji bo birêvebirina ahenga Roja Niştimanî ya wî welatî bi şêweyekî hevbeş di navbera Rûdaw û Konsulxaneya Giştî ya Koreya Başûr li Hewlêrê nameya destxweşî û rêzgirtinê pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin îro, 22.20.2020, serdana binkeya sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û nameyeke destxweşî û rêzgirtinê ya konsolxaneya xwe pêşkêşî Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kir.

Roja 16ê Cotmeha 2020, Tora Medyayî ya Rûdawê û Konsulxaneya Giştî ya Komara Koreya Başûr bi şêweyek hevbeş û ciyawaz ji salên berê, merasîma Roja Niştimanî ya Koreya Başûr birêve bir.

Merasîm li fuareke otomobîlan birêve çû û mêvan bi otomobîlên xwe ve çûne nav merasîmê û her di nav otomobîlên xwe de beşdarî merasîmê bûn û temaşeyî merasîmê kirin. Herwiha bi rêya frekansa Rûdaw Radyo jî guhdariya gotar û birgeyên merasîmê kirin.

Choi Kwang-Jin aşkere kir ku li ser asta cîhanê zêdetir ji 200 nûnertiyên Koreya Başûr hene lê îsal tenê li nûnertiya li Herêma Kurdistanê karîne ahenga Roja Niştimanî birêve bibin û got jî her ji ber vê yekê kenala KBS ku yek ji navdartirîn televîzyonên wî welatî ye, eleqeyek mezin nîşanî merasîmê da û dîmenên ahengê yên ji aliyê Rûdawê ve hatibûn girtin, belav kirin û gihandinê xelkê Koreya Başûr.

Kenala KBS sala 1961an dest bi weşanê kir û 1973an jî bû ya xizmeta giştî û herwiha di sala 1994an de jî wergirtina rekleman rawestand û niha yek televîzyonên herî bi prestîj ên Koreya Başûr e û ji aliyê girseyeke zêde ya xelkê ve tê temaşekirin. Amerîka, Çîn, Japonya û Ewropa jî di nav de 11 ofîsên wê li welatên cîhanê hene.