Selçuk Mizraklî hat girtin

Amed (Rûdaw) – Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Adnan Selçuk Mizraklî ku duh bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû desteserkirin, îro biryar girtina wî hat dayîn. Herwiha li ser şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin erkdarkirin. 

Polîsan piştî duh serê sibehê li Amedê avêtin ser malên 3 hevşaredarên HDPê û ew binçav kirin. Hevşaredarê Bajarê Amedê Selçuk Mizrakli jî di vê operasyonê de hat desteserkirin. Piştre jî polîsan avêt ser 3 şaredariyên HDPê û li van şaredariyan lêgerîn kir.

Şaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku duh hatibû binçavkirin îro derxistin Dadgeha Amedê.

Piştî îfade dayînê Mizrakli ji aliyê dagehê ve bi hinceta "endamê rêxistina terorê ye" hat girtin û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz Ayaz jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Hikûmeta Tirkiyê îro ragihand, li ser şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karaz ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin danîn.

Derbarê serokên wan şaredariyan de bi tohmeta hebûna pêwendî û alîkariya rêxistina terorê, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Endama Meclisa Şaredariya Peyasê Esma Efeturk dibêje: "Ji xwe re li sedemek digerin ku qeyûm deynin ser van hersê şaredariyên me. Lewre ew nikarin şaredariyan bi hilbijartinan bi dest bixin. Ji ber vê yekê dixwazin bi rêya qeyûman, bi zordariyê şaredariyan bi dest bixin."

Parlamentera HDPê ya Amedê Salîha Aydenîz jî li hemberî serdagirtina şaredariyan nerazîbûn nîşan da û got: "Dixwazin qeyûman deynin û dest deynin ser vîna vî gelî. Em hîn bûn. Em sed sal in li ber xwe didin em dê sed salên din jî li ber xwe bidin. Em tu caran serî nadeynin. Gelê Kurd îro li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide û dê li ber xwe bide jî. Heta dawiyê ew dê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin."

Derbarê mijarê de qelatî Muhabet Ozcanli jî dibejê: "Tiştekî nehiqûqî ye, neheqiye û em vî tiştî qebûl nakin."

Welatî Şenol Capan jî got: “Em dev ji şaredariyên xwe bernadin. Heta ku jî diçe bila here. Bi girtin be, bi kuştin be, bi lêxistin be, em ji her tiştî re amade ne.”

Welatî Yusuf Adanir dibêje: “Tirk tu caran kurdan weke dost nahesibînin û dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji destê kurdan derxîne. Lewre tehemûl nakin.

Bi biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi hinceta ku alîkariya PKKê kirine, li ser 3 şaredariyên bajarê mezin Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibû danîn. Piştre pêvajoya qeyûmê berdewam kiribû 5 şaredariyên din ên HDP'ê jî ketibûn ber qeyûman.