Asayişa Herêma Kurdistanê: Balafirên Tirkiyê 2 kadroyên mezin ên PKKê kirin armanc

22-10-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê bûyera 15ê vê mehê ya Çiyayê Ezmer ê Silêmaniyê de daxuyaniyek da. Dezgahê ‎Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku di bûyerê de du kadroyên pilebilind ên PKKê "bi awayekî hovane di nava xelkê sivîl de" kirine ‎armanc.‎

Asayişa Herêma Kurdistanê da zanîn, ku roja 15ê vê mehê firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li ser Çiyayê ‎Ezmer ê Silêmaniyê du kadroyên PKKê yên bi navê Cemîl û Demhat kirine armanc.

Li gor Asayişa Herêma Kurdistanê, ew kadroyên ‎PKKê bêyî agahdariya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine wê navçeyê.‎

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Piştî lêkolîneke hûr û berfireh û bidestxistina belgeyên pêwîst li cihê rûdana tawanê, ji me re derketiye holê ku ew herdu endamên bilind ên Koma Civakêm Kurdistanê (KCK), di demekê de bêyî agahdariya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine vê navçeyê, ji aliyê balafirên bê firokevan ên Tirkiyê ve û di nava xelkê sivîl de û li bajarê Silêmaniyê li cihekî geştyarî bûne armanc û ew yek binpêkarî û destpêşxerî û pêşhateke metirsîdar e û bi ti awayî xizmeta asayişa hevbeş û pêkvejiyanê nake.”

Di daxuyaniya xwe de, Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, ku ev bûyer binpêkirina serweriya Iraqê û esmanê Herêma ‎Kurdistanê ye. Asayişa Herêma Kurdistanê “hemû binpêkariyên li ser ax û serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê” şermezar dike û daxwaz jî dike “axa Iraqê û Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran neyê bikaranîn.”

Her di heman daxuyaniyê de Asayişa Herêma Krudistanê dibêje: “Hevwelatî bila ji vê rastiyê agahdar bin ku esmanê Herêma Krudistanê di jêr kontrola desthilata balafirvaniya sivîl a Iraqê de ye û ew radara ku keşfa esmanê Kurdistanê dike, di jêr kontrola Herêma Kurdistanê de nîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst