Pêşbîniyên Navenda Lêkolînan a Rûdawê ên derbarê hilbijartinê de rast derketin

22-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Pêşbînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilinda Serixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê, roja Şembiyê 20ê Cotmehê encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê aşkere kirin. Encamên wê gelek nêzîk pêşbîniyên Navenda Lêkolînan a Rûdawê yên di heyama bangeşyê de kiribûn derket.

 

Rapora Endamê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Dr. Çiwas Husên a derbarê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di heyama bangeşyê de amade kiribû, gelek nêzîk encamên bi fermî hatine ragihandin derket.


Di rapora Dr. Çiwas Husên de wiha hatibû pêşbînîkirin:


Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 43 kursî, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) 19 kursî, Tevgera Goran 10 kursî, Hevpeymaniya Ber bi Îslah 5 kursî, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê 5 kursî, Nifşê Nû 8 kursî, Hevpeymaniya Bo Dadperwerî û Demokrasiyê 6 kursî û partiyên din 4 kursî bidest tînin.


Encamên fermî yên Komîsyona Bilinda Serixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê ragihandî jî bi vî awayî ne:


PDK 45, YNK 21, Goran 12, Hevpeymaniya Ber bi Îslah 5, Nifşê 8, Komel 7 û partiyên din  2 kursî bidest xistin.


Pêşbîniyên Navenda Lêkolînan a Rûdawê ên derbarê Nifşê Nû û Hevpeymaniya Ber bi Îslah bi sedî sed rast derketin. Ji bo partiyên din jî yek-du ferq derket. Eger Hevpeymaniya Bo Dadperwerî û Demokrasiyê ya Berhem Salih serperiştiya wê dikir ji hilbijartinan venekişiya bû dibû ku wê demê tevahî pêşbîniyên Navenda Lêkolînan a Rûdawê rast derbiketa.


Dr. Çiwas Husên rapora xwe li gorî encamên hilbijartinên berî niha yên Parlamentoya Kurdistanê û Iraqê amade kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst