Navenda Nûçeyan – Li Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê ku ji aliyê parêzgeha wê bajarê ve tê sazkirin dest danî ser pirtûka “Di sala 1880yê de Berxwedana Kurdan û Şêx Ubeydullah Nehrî” (1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri)”.
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê bi beşdariya 96 weşanxane û 75 nivîskaran vebû. Yek ji beşdariyên pêşabgehê Weşanxaneya Avestayê ye.
Weşanxenya Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand Polîs îro çûne ber standa wan û pirtûka ji wê weşanxenya wan derketî ya nivîskarê Kurd Celîlê Celîl Di sala 1880yê de Berxwedana Kurdan û Şêx Ubeydullah Nehrî” kom kirine.
Herwiha hat ragihandin ku polîsan karmendê wan Şiyar Danişman birîne û piştî ku li Rêveberiya Ewlehiyê îfadeya wî standine ew serbest berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse