Mijarên lûtkeya Sûriya ya li Stenbolê diyar bûn

22-10-2018
RÛDAW
Serokên Tirkiye, Rûsya, Fransa û şêwermenda Almanya beşdar dibin
Serokên Tirkiye, Rûsya, Fransa û şêwermenda Almanya beşdar dibin
Nîşan Sûriye Tirkiye Almanya Fransa Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Rûsiya û piştî kontrolkrina tevahiya başûrê Sûriyê, dest bi porjeya vegera penaberên Sûriyê dike û gelek bargehên xwe li ser sînorên Lubnan û Urdunê ava kirine, herwiha dê ev mijar bibe dosya sereke ya lûtkeya Sûriyê, ku wê di 27 vê mehê li Stenbolê birêve biçe.

 

Di vê lûkeyê de sê serokên Fransa, Rûsya, Tirkiyê û Sêwirmenda Almaniyayê beşdar bibin, berdevkê hikûmeta Tirkiyê jî dibêje ku operaasyona Idlibê jî di heman lûtkeyê de dê were gotûbêjkirin.

 

Hej 6 roj mane civîna bilind aa Serokê Rûsya Vladimir Putin ,Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ,Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Sêwirmenda Almaniyayê Angel Merkel li Stenbolê dest pê bike ,berpirsekî Rûsî di asta bilin de  eşker kir, dê çi mijarê di wê civînê de  werne gotûbêjkirin .

 

Berdevkê Koşka Kremlinê Dmitri Peskov ragihand, di civîna bilind de ya ku li bajarê Stenbolê di navbera Vladimir Putin,Recep Tayyip Erdogan, Emmanuel Macron  û Angel Merkel de were sazkirin, dê mijarên pêvajoya siyasî, ewlekariyê û vegara penaberan bê  gotûbêjkirin  .

 

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin dabû zanîn dema civîna bilind birêva biçe dê mijarên weke rêkeftina Idlibê jî were gotûbêjkirin .

 

Tê pilankirin 27ê meha Cotmehê civîna Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Fransayê Emanuel Macron û Sêwirmenda Almaniyayê Angel Merkel dest pê bike. Mijarên weke destpêkirina pêvajoya siyasî,ewlekariyê,pirsgirêka parêzgeha Idlibê , vegera panberan û avakirina Sûriyê were gotûbêj kirin .

 

Hev dem berdevkê hikûmeta Almanyayê piştrast kiriye,dê Sêwirmenda Almanyayê Angel Merkel beşdarî  civîna Stenbolê de bibe.

 

Berdevkê Koşka Kremlinê jî got, divê ti kes hevî neke ,ti pêşketinekê di her çar serokan de derbike ,ev hevdîtin tenê bo gotûbêjkirina rewşê ye  û eşkere kire ew niha amadekariyan dikin daku beşdarî wê civînê bibin.

 

Li gor gotina Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînnên ,ew hevdîtin dikare bibe  bersiveke cidî ji bo wan kesan ewên ku dibêjên hej zûye penaberên Sûrî vegerine malên xwe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst