Goranê encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê red kir

22-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Tevgera Goran Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê Redkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Goranê jî encama hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê red kir.

 

Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser encamên fermî yên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê aşkere kir û ragihand, ew bi temamî encamên ku hatine ragihandin, red dikin û diyar kir, ku ji bo redkirina encamên hilûbiajrtinan ew dê hemû rêkarên pêwîst û yasayî pêk bînin.

 

Goran dibêje, derengxistina ragihandina encama hilbijartinan bo heyameke zêde, tenê ji bo destkarî di encaman de bû û tekez dike: “Bi mebesta encamdana saxtekariyê di hilbijartinan de, bi sedan hezar regeznameyên Iraqî yên saxte hatine çêkirin, bi alîkariya rasterast a fermanberên Fermanegha Regeznameyan a Herêma Kurdistanê ku ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ye.”

 

Tevgera Goran herwiha spasiya wan endamên Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê jî dike, ku encamên hilbijartinên 30ê Îlonê red kirine.

 

Ji bilî Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Bizava Nivşê Nû jî encamên hilbijartinan red kirine. Herdu partiyên desthilatdar û bihêz ên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên 30ê Îlonê de 45 kursî bi dest xistiye û herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku 21 kursî bi dest xistiye, encamên hilbijartinan qebûl kirine.

 

Komela Îslamiya Kurdistanê jî heta niha helwesta xwe derbarê encamên hilbiajrtinên 30ê Îlonê de aşkere nekiriye.

 

Li gorî encamên dawî û fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, Tevgera Goranê ku di hilbijartina berê ya parlamentoya Kurdistanê de 24 kursî bi dest xistibû, di hilbijartinên 30ê Îlona îsal de tenê 12 kursiyên parlamentoya Kurdistanê bi dest xistiye.

 

Deng û kursiyên aliyên serkevtî di hilbijartinên 30ê Îlonê de:

 

Partiya Demokrata Kurdistanê: 686,070 deng - 45 kursî

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê: 319,912 deng – 21 kursî

 

Tevgera Goran: 186,903 deng – 12 kursî

 

Bizava Nivşê Nû: 127,115 deng – 8 kursî

 

Komela Îslamiya Kurdistanê: 109,494 deng – 7 kursî

 

Hevpeymaniya Berev Reformê: 79,434 deng – 5 kursî

 

Hevpeymaniya Serdem: 15,581 deng – 1 kursî

 

Lîsta Azadî: 8,063 deng – 1 kursî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst