OPERASYONA MÛSILÊ - Bertile û Hemdaniye hatine kontrolkirin

22-10-2016
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsilê Bertile Hemdaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di roja şeşemîn a operasyona Mûsilê de, hêzên Artêşa Iraqê bajarokê Bertile ya ser rêya giştî ya Hewlêr û Mûsilê kontrol kirin.

 

Hêza Altûnî ya Artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya Iraqê, bi palpiştiya Hêzên Pêşmerge, bajarokê Bertile kontrol kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku çekdarên DAIŞê piraniya avahiyên fermî û perestgeh bi bombe teqandine û gelek bombe jî li malan û rêyan vedane.

 

Leşkerekî ji Hêza Altûnî ya Artêşa Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Gelek otomobîlên bombebarkirî bikaranîn. Çekdarên nîşangir jî danîbûn avahiyên mezin. Ser rêya me bombe vedabûn lê bi alîkariya xwedê me karî em wan ji navçeyê derbixin û vê navçeyê rizgar bikin.”

 

Bajarokê Bertile dikeve ser rêya sereke ya Hewlêr û Mûsilê û 21 kîlometreyan ji bajarê Mûsilê dûr e. Berî êrişên DAIŞê hejmara rûniştvanên bajarokê zêdetirî 60 hezar kes bû. Li Bertile pêkhateyên weke Mesîhî, Kurdên Şebek û Kurdên Êzidî dijiyan.

 

Hevdem ligel Bertile hêzên ewlekariya Iraqê nahyeya Hemdaniyê jî kontrol kirin ku ev nahye ya mesihîyan bû.

 

Hate gotin ku firokeyên şer ên hevpeymanan jî pêgehên DAIŞê yên nav bajarê Mûsilê bombebran dikin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst