Li Rihayê ji nişka ve baraneke gur bariya: Fistiqan zerer dît
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gur bariya û zeviyan zerer dît.
Li Rihayê ji nişka ve baraneke zêde bariya û rê bûn wekî golan.
Fistiqên ku li nava zeviyan hatibûn danîn ber avê ketin.
Li navçeyên Karakopru, Hewag û Xelîliyeyê yên Rihayê barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber barana zêde darên fistiqan û berhemên ku karkeran berhev kiribûn zerer dît.
Li ser rêyan av kom bû û bû gol û ajokar bi zehmetî bi pêş ve çûn.
Bandora baranê li hinek cihan berdewam dike.
Li Rihayê piştî barana gur rê û zevî di bin avê de man
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 22, 2024
Fistiqan zerer dît pic.twitter.com/gIRZCNErfA