KERKÛK - 2 hezar û 550 polîsên nû hatin erkdarkirin, tenê 350 ji wan Kurd in

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê ji 2 hezar û 550 polîsên ku hatine tayînkirin tenê 350 ji wan Kurd in.

Parlamenterê Kerkûkê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Parlamentoya Îraqê Sebah Hebîb li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Sebah Hebîb da zanîn ku di pêvajoya tayînkirina 2 hezar û 550 hêzên polîsan de ku ji bo Kerkûkê hatiye avakirin, kotaya 350 kesî ji bo Kurdan û 350 kesan jî bo Tirkmenan hatiye veqetandin û yên din jî hemû ji bo Ereban hatiye veqetandin.

Hebîb got, “Beşek ji wan kesên ku li ser navê Kerkûkê hatine tayînkirin ji parêzgehên Neynewa û Selahedînê ne.”

Parlamenterê Kerkûkê Sebah Hebîb axavtina xwe wiha berdewam kir:

“Li ser vê mijarê me bi Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemmerî re hevdîtin kir.

Wezîr ji me re got ku pêvajoya diyarkirina navan bi awayekî elektronîk hatiye kirin û kotaya ku ji bo pêkhateyan hatiye veqetandin bi vî awayî hatiye desnîşankirin.

Me jî ji Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî xwest ku vê rêjeyê di ber çavan re derbas bike.”

14ê Îlonê, Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihandibû ku dê 37 hezar polîs bên tayînkirin.

Li gorî qanûna budceyê ya 2023yan, 37 hezar Polîsên ku bên tayînkirin dê li Kerkûkê û 14 parêzgehên Îraqê bên belavkirin.