Wezîrê Karên Derve yê Bangladeşê: 12,3 mîlyon Bangladeşî li derveyî welat dixebitin

22-09-2023
Diyar Kurde
Nîşan Bangladeş Ebûlkemal Ebdulmumîn
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Bangladeşê Ebûlkemal Ebdulmumîn got ku nêzikî 2,3 mîlyon Bangladeşî li derveyî welat dijîn û dixebitin.

Herwiha Ebûlkemal Ebdulmumîn diyar kir ku ew bi şandina pereyan alîkariya welatê xwe dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Bangladeşê Ebûlkemal Ebdulmumîn li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ji nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Ebûlkemal Ebdulmumîn got, “Nêzîkî 12,3 mîlyon Bangladeşî li derveyî welat dijîn.

Li gelek welatan dixebitin û di aboriya welatê xwe de rol dilîzin.

Ew dewlemendiya me ne, dewlemendiya welatê welatê ku lê dimînin in û bi şandina pereyan ji me re dibin alîkar.”

Wezîrê Karên Derve yê Bangladeşê Ebûlkemal Ebdulmumîn balê dikişîne ser pêwendiyên welatê xwe yên bi Hindistan û Amerîkayê re û wiha pê de çû:

“Têkiliyên me yên pir baş bi Amerîka û Hindistanê re hene. Têkiliyeke me ya kûr a 50 salî bi Amerîkayê re heye.

Sala borî me 50 saliya têkiliyên xwe yên dîplomatîk temam kir. Têkiliyên Hindistan û Bangladeşê pir baş in, têkiliyên me pir xurt in, di serxwebûna me de alîkariya me kir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst