Ji ber bombebaranên artêşa Tirkiyeyê daristan û zeviyên gundiyan zerer dît

22-09-2023
RÛDAW
Cihê şewatê
Cihê şewatê
Nîşan Dêrelûk Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber bombebaranên artêşa Tirkiyeyê, di mehekê de 170 donim çêrgehên gundê Sergelêyê ya nahiyeya Dêrelûkê ya Amêdiyê şewitiye.

Ji ber bombebaranên ku her şev li navçeyê tên kirin, xaniyên gundiyan zererên mezin dîtiye.

Demeke dirêj e artêşa Tirkiyeyê bombebaranên ser nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amediyê ya parêzgeha Dihokê zêde kiriye.

Ji ber vê yekê agir bi daristanên gundê Sergelêyê ket û piraniya darên ku şewitî ne yên berhemdar in.

Tê gotin ku 170 donim çêrgehên gundê Sergelêyê şewitîne lê gelek cih ji ber qedexeyê, zerera daristanê baş nayê zanîn.

Şêniyê gundê Sergelêyê Şêrwan Reşîd diyar kir ku cihên şewitîne qedexekirî ne lê ew ji neçariyê çûne û vemirandine.

Gundiyê bi nave Xoşevî Selîm yek ji wan kesan e ku ji ber bombebaranê xaniyê wî hilweşiyaye.

“Em newêrin bikevin xaniyên xwe”

Xoşevî Selîm li ser bombebaranê gumanên xwe parve kir:

“Balafirên şer derdora gund bombebaran dikin û paşmayên guleyan, bîksiyan dikevin nava gund.

Ji ber teqînan avahiyên me zererên mezin dîtine. Em newêrin bikevin xaniyên xwe.”

“Di mehekê de 170 donim erd û zevî şewitîn”

Rêveberê Daristan û Pawanan ê Dihokê li ser bombebaranê got:

“Di nav mehekê de 170 donim daristana gundê Sergelêyê şewitî.

Piraniya darên şewitîne yên berhemdar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst