Li Curnê Reş dema çêkirina dims û bastîqan e

Hewlêr (Rûdaw) – Gundê Hesenîkê yê navçeya Curnê Reşê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi rez û tiriyên xwe navdar e.

Cotkarên navçeyê ji tiriyê taybet dims, bastîq û helîlê çê dikin.

Tiriyên Hesenîkê hinardeyî çend bajarên Tirkiyeyê û welatên din jî tên kirin.

Cotkara bi navê Nuran Okaliyê got:

“Em ji berê ve di nav vî karî de ne, em vî karî ji bav û kal û mezinên xwe fêr bûne.

Karê me pak e û em pê dizanin. Li ti cihî hewdel, bastîq û helîleke wiha xweş nîne.”

“Em dims û helîlê çêdikin”

Cotkarê bi navê Mehmet Şibak jî anî ziman:

“Min heta niha tiriyê baxê xwe şandiye Stenbol, Îzmîr, Manîsa û welatên wek Qeter, Rûsya û Almanyayê. Em dims û helîlê çêdikin.”

Cotkar tiriyê ku ji nav rez kom dikin, di kîsan de diperçiqînin û ava wê digirin. Wê avê dikelînin, dikin dims û piştre dikin hewdel.

Wê hewdelê di legen û li ser paçên taybet li ber tavê hişk dikin, dibe bastîq û helîl.

Cotkar dixwazin ku ew tirî li ser navê navçeya wan bê tomarkirin.

“Em niha li benda bersiva wezaretê ne”

Rêveberê Grûpa Çalakiyan a Curnê Reş Yûsif Yavuz anî ziman:

“Em niha ji bo piştgiriya cotkaran li gundê Hesenîkê ne. Em guhdariya pirsgirêkên wan dikin û hewil didin çareser bikin.

Em niha amadekariya Festîvala Berhemê Baxan dikin. Ev sê sal in em li navçeya Hîlvanê wê festîvalê saz dikin.

Tiriyê Hesenîkê li Urfayê bi nav û deng e. Ji bo ev corên berhemên tirî li ser navê navçeyê bên tomarkirin ev du sal in me serlêdan kiriye. Em niha li benda bersiva wezaretê ne.”

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Tirkiyeyê parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê di nav parêzgehên ku herî zêde berhemê tirî lê çêdibe de cih digirin.

Debara jiyana beşeke zêde ya cotkarên vê navçeyê li ser wî karî ye.