Li Dîlokê du grûp pev çûn: Ciwanek hat kuştin

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera du grûban de ciwanekî  19 salî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Bûyer îro sibehê li taxa Guneşê ya bajarê Dîlokê çêbû.

Li gorî agahiyan ji ber sedemek nediyar di navbera du grûban de nîqaş derket û piştre her du grûb pev çûn.

Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û ciwanekî bi nave Mustafa Yeter ê 19 salî bû û kesekî din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şahînbeyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkî Mustafa Yeter li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 

Hat ragihandin birîndarê din jî di çavdêriya hûr de ye û rewşa wî dijwar e.

Nasnameya kesên ku êriş kirine hîn jî nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.

Hewlên polîsan ji bo girtina kesên tevlî bûyerê bûne berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst