Tifaqa Kurdistanî kuştina Jîna Emînî şermezar kir: Çavên me li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê ye

22-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî Kuştina, kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî şermezar kir û ragihand: “Îro çav û guhê gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê, dile wan bi gelê me yê Rojhilat re ye.”

Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî îro 22yê Îlona 2022yan têkildarî kuştina Jîna Emînî li Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya xwe de Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî bal kişand li ser xwepêşandan û protestoyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî kuştina Jîna Emînî û ragihand: “Em berxwedana gelê Kurd û gelên Fars, Azerî, Belûçî yê Îranî ku bi bertekên li dijî qetilkirina Emînî dest pê kir û bi pêşengiya jinan veguherî serhildaneke mezin, silav dikin. Ligel êrîşên giran ên rejîma ‘polîsên exlaqê’ jî têkoşîna azadiyê ya jinan coş û kelecaneke mezin diafirîne.”

Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî ji  bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê banga hevkariyê kir û got: “Îro çav û guhê gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê, dile wan bi gelê me yê Rojhilat re ye. Ev berxwedana ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr ên ku vîna jinê nas nake pêk tê, di heman demê de bandoreke giring li têkoşîna azadiya neteweyî jî dike. Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye ku jin li dijî rejîma nijadperest a Îranê bi awayekî aktîf cih digirin.”

Daxuyaniya Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî wiha ye:

“Jina Kurd Mahsa Emînî  ya ku pişti  li Tehranê hat desteserkirin ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, weke Xebatên Tifaqa Kurdistanî, em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Em rejîma Îranê ya ku li dijî protestoyên qetilkirina Emînî ya ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û metropolên Îranê belav bûye, bi polîtîkaya ‘dewleta polîsî ya exlaqê’ êrîşî berxwedana demokratîk kir, şermezar dikin û em ji êrîşa li ser vîna jinê re dibêjin ‘Na’.

Em berxwedana gelê Kurd û gelên Fars, Azerî, Belûçî yê Îranî yên ku bi bertekên li dijî qetilkirina Emînî dest pê kir û bi pêşengiya jinan veguherî serhildaneke mezin, silav dikin.

Em kesên ku di encama êrîşa rejîma polîsên ‘Exlaqê’ ya li ser xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin, ji birîndarên ku hejmara wan ji 200î zêdetir e û zarok û jin jî di nav de ne, şifayê dixwazin. Divê girtiyên ku di çalakiyan de hatin desteserkirin demildest bên berdan.

Ji îradeya jinê û bijartina wê ya cil û bergan re rêz bigirin!

Em bang li hemû rejîmên serdest ên mêr ên ku bi kîn û hêrs êrîşî jinan dikin, bi taybet rejîma Îranê dikin; destê xwe ji vîna jinê vekişîne. Bêexlaqiya xwe wek ‘exlaq’ li ser jin û civakê ferz nekin. Vekirin an girtina serî biryara jinê ya bi îradeya azad e. Çi vedigire yan jî vedike ev biryara jinê ye, em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê îradeyê bigirin. Mafê ti hêz û îktîdarê nîne ku destwerdana vê îradeyê bike.

Em bang li jin û gelan dikin ku li dijî zihniyeta serdest a ku li Cihanê, bi taybetî li Îran û navenda şer, Rojhilata Navîn û Kurdistanê,  îradeya jin û gelan nas nake û li dijî polîtîkayên wan ên  faşîst, zayendperest, mîlîtarîst têkoşîneke birêxistinbûyî ava bikin.

Werin em bi tifaqa netewî mil bidin berxwedana Rojhilatê Kurdistanê.

Îro çav û guhê gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê, dile wan bi gelê me yê Rojhilat re ye. Ligel êrîşên giran ên rejîma ‘polîsên exlaqê’ jî têkoşîna azadiyê ya jinan coş û kelecaneke mezin diafirîne. Ev berxwedana ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr ên ku vîna jinê nas nake pêk tê, di heman demê de bandoreke giring li têkoşîna azadiya neteweyî jî dike. Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye ku jin li dijî rejîma nijadperest a Îranê bi awayekî aktîf cih digirin. Weke Xebatên Tifaqa Kurdistanî em piştgiriyê didin serhildanê û bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin vê serhildanê. Bêdengiya li hemberî van êrîşan dê  bibe sedema kuştina zedetir jin û şervanên azadiya netewî û dê rejîma Îranê teşwiq bike ku êrişên xwe bidomîne.

Werin em mil bidin têkoşîna azadiya Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê ya li Îranê!

Çalakiyên ku bi qetilkirina Mahsa Emînî dest pê kir di demek kurt de li gelek bajarên Îranê yên wek Tehran, Kereç, Tebrîz, Reşt û Îsfehanê belav bûn û berxwedan didome. Berxwedana gelên Îranê ya ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jin, gelê Kurd û demokrasiyê pêk tê girîng e. Ev berxwedana hevpar dê hem ji bo pêşxistina demokrasiyê ya li Tehranê hem jî ji bo nefesdayîna gelê Kurdistanê bibe xwedî encam. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a li ser armanca azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê pêk tê, dê di her du qadan de rê li ber destkeftiyên mayînde veke. Werin em piştgiriyê bidin tekoşîna hevpar a dînamîkên azadî û demokrasiyê yên netewî û em ji rejîma ‘polîsê exlaqê’ ya Îranê re bibêjin ‘raweste’.

Wek Xebatên Tifaqa Kurdistanî:

Em bang li saziyên navneteweyî û bi taybet NY (Neteweyên Yekbuyî) û YE (Yekitiya Ewropa) dikin ku ji ber zagon û siyasetên wê yên nijadperest, zayendperest, ‘exlaqgirî’ ku dijminatiya jinan û gelan dike, li dijî rejîma Îranê  sepandina cezayan pêk bîne û em bang li gelên cîhanê dikin ku li dijî zextên rejîma Îranê yên li ser jin, gelê Kurd û gelên me helwestê nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst