Guterres bo Rûdawê: Em di handana hevpeymanên xwe de ji bo enerjiya pak pir çalak in

New York (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Em pir çalak in” di handana welatan de ji bo lezgînkirina proseya veguhastina ji bo bikaranîna enerjiya paqij.

Yek ji mijarên sereke yên civîna salane ya îsal a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî guhertina keşûhewayê ye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Çarşembê 21ê Îlona 2022yan di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand “Me karekî zêde kir da ku em bingehê berdest bikin ji bo cîbicîkirina rênimayiyên me bi awayekî rijd ji aliyê welatên pêgihaştî”.

Guhertina keşûhewayê mijareke sereke ya civînên serkirdeyên cîhanê ye, çimku bûye gefeke mezin û ciddî li ser hemû welatan. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, Iraq yek ji wan pênc welatan e ku guhertina keşûhewayê herî zêde bandor li wan dike.

Li gor amarên Wezareta Plandanînê ya Iraqê, %43 ji axa Iraqê bûye biyaban û 94 milyon donim erdên din ên Iraqê metirsî heye ku bibe biyaban.

Iraq di rêza 39 welatên kêm av de ye û ew cara duyemîn e di nava 40 salên bihorî de ku rastî hişkesaliyeke wiha berfireh tê.

Gaza duyem oksîda karbonê sedemeke sereke ya germbûna erdê û guhertina keşûhewayê ye, lewra jî welatên pêşkeftî bi berdewamî hewl didin ji bo dabînkirina enerjiyê xwe ji bikaranîna petrol û gazê rizgar bikin û bêtir giringî bi enerjiya paqij bidin.

Sekrterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê wê yekê de ji Rûdawê re ragihand, pêwîst e ew welatana bi hev re kar bikin û welatên pêşkeftî alîkariya welatên nû pêgiheştî bikin daku qebareya çêkirina gazên jehrî kêm bikin.

Antonio Guterres destnîşan kir, “em mijûlî gotûbêjkirina bi Mirsê re ne li ser giringiya kêmkirina ziyanan bi awayekî rijd û berbiçav di civîna lûtkeyê ya 27 de ku taybet e bi guhertinên keşûhewayê û biryar e li Misrê were sazkirin.”

Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî

Rûdaw: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê birêz, ez Mecîd Nizamedîn Gilî me, ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Cenabê te berê çend caran gotibû ku hişyariyên li ser bandorên felaket ên guhertina keşûhewayê êdî ne tenê pêşbînî ne, lê niha diqewimin û vêga li Iraq û Herêma Kurdistanê û deverên din ên Rojhilata Navîn têne dîtin. Tozbarîn û bablîsok gihîştine asteke kesnedîtî, hişkesalî û bêavî bandor li ser bi milyonan kes pêk anî. Tew ev diyarde bûn sedema koçberiya şêniyên wan navçeyan. Gelo Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dê çi bikin ji bo alîkarîkirina kesên ku ji niha ve bûne qurbaniyên guhetrina keşûhewayê?

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî: Pêşî, ji bilî piştevaniya ku em dikin, em pir çalak in di handana hevpeymanên xwe de li welatên pêşkeftî, dezgehên darayî yên navdewletî û kompaniyên taybet ên teknolojî daku em hevkariya welatên xwedan aboriyên nûpêgihaştî bikin û proseya veguhastina wan ber bi bikaranîna enerjiya paqij lezgîntir bikin, daku di kêmkirina deravêtina gazên jehrdar di dehsaliya bê de beşdar bin. Asta pêşkeftina welatan û asta piştgirêdana wan bi gaz û petrolê ji welatekê heya welatekî din cuda ye. Lewra divê ev her du cureyên welatan di vî warî de bi hev re kar bikin. Mebesta min ji handana hevpeymanên me ev bû. Da ku welatên pêşkeftî hevkariya welatên nûpêgihiştî bikin, da ku deravêtina gazên jehrdar kêm bikin. Ji aliyekî din ve me karekê zêde kiriye da em bingehê berdest bikin ji bo cîbicîkirina rênimayiyên me bi awayekî rijd ji aliyê welatên pêgihaştî û, li hember vê jî em mijûlî gotûbêjkirina bi Mirsê re ne li ser giringiya kêmkirina ziyanan bi awayekî rijd û berbiçav di civîna lûtkeyê ya 27 de ku taybet e bi guhertinên keşûhewayê û biryar e li Misrê were sazkirin.