Sêwaz rûbirûyî pirsgirêkeke cidî ya avê bûye: Tenê têra mehekê av ma ye

22-09-2022
RÛDAW
Li Sêwazê ji ber kêmbûna avê heta Mijdarê ava welatiyan tê qûtkirin
Li Sêwazê ji ber kêmbûna avê heta Mijdarê ava welatiyan tê qûtkirin
Nîşan Sêwaz Hişkesalî Kêmbûna Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê hin çavkaniyên avê û gol jî hişik bûne, ji ber kêmaviyê eger heye heta dawiyî payîza îsal dem bi de av bi ser hemwelatiyên wî bajarê re bê qutkirin.

Şaredariya Sêwazê dibêje ku ji ber hişkesaliyê, eger heye heta dawiya payîza îsal  dem bi dem ava welatiyan bê qûtkirin, ew jî heta ku karûbarên xeteke veguhastina avê ya 52 kîlometrî temam bibin.

Gola Kuruca ya li navçeya Tonus a ser bi parêzgeha Sêwazê ve, îsal ji ber hişkesalî, zêdebûna pileya germayê û bikaranîna zêde ya ava wê, di çandiniyê asta ava wê gelekî kêm bûye. Niha metirsiya hişkbûnê li ser çêbûye. Ev di demekê de ye, ji ber kêmbûna avê û nemana oksîjenê beşek ji masiyên di nav golê de jî mirine.  Tîmên şaredariyê rojane bi van otomobîlên agrivemirandinê  ji dûriya 3 kîlomtere û nîv avê tînin û vala dikin nav golê daku masiyên mayî jî jinav neçin.

Karmendê Şaredariyê Ferhat Tek jî got: “Îsal hişkesalî hebû. Gol hişk bû. Masî dimirin. Ji bo ku em oksîjenê bidin masiyan em avê tînin vê derê.”

Hişksaliya îsal li Sêwazê ne tenê bandor li wê golê kiriye. Herwiha asta ava bendava 4ê Îlonê jî  gelekî  kêmkiriye ku çavkaniya sereke ya dabînkirina ava vexwarina bajêr e. Bi gotina rayedarên parêzgehê ava ku di bendavê de maye tenê  têra mehekê dike. Ji ber wê jî wan biryar dane ku bi rêya wê hêlê avê ji bendaveke din a li parêzgehê bo wê bendavê veguhêzin.

Şaredarê Sêwazê Hîlmî Bîlgîn jî got: “Ev demeke pirsgirêka avê li bajarê me di rojevê de ye. Niha li bendava me ya 4ê Îlonê ku ava Sêwazê dabîn dike av hatiye asta nemanê. Tenê ava mehekê têde maye.  Em rûbirûyî pirsgirêkeke cidî ya avê ne. Ew ava ku me ji çemê Tarlayê dianî tenê dû li ser sêyê ava bajar dabîn dikir a mayî jî ji bendavê dihat dabînkirin.”

Şaredariya Sêwazê dibêje eger heye heta Mijdara îsal li bajêr dem bi dem ava welatiyan bê qûtkirin heta ku karûbarên hêla veguhastina avê ya 52 kîlomtreyî  temam bibin. Di demekê de ku niha tenê 14 kîlometreyên wê temambûne.    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst