Heleb: Ciwanên Şoreşger keçeke 15 salî bo leşkeriyê birine

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed dibêje, Ciwanên Şoreşger keça wan a 15 salî ji Taxa Şêx Meqsûd birine leşkeriyê û daxwaza vegerandina keça xwe dikin.

Dayika Bêrîvanê ji Rûdawê re got, roja 21ê Tîrmeha îsal dema ku keça wê ji kargeha terziyê vedigeriya malê li Şêx Meqsûd a rojhilat, ew ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Dayika Bêrîvan, Fexriye Elîko diyar kir ku hevjînê wê berî salekê koça dawî kiriye û ew jî nexweş e, ew dixwaze keça wê bê vegerandin.

Berî dagîrkirina Erfînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, malbata Bêrîvanê li Efrînê bûn, piştre çûn Şehbayê, gelekî li wir neman, ji 4 salan ve li Şêx Meqsûd a Helebê dimînin.