Li Cindirêsê ji bo avakirina komelgehekê daristan hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Avakirina komelgehên niştecîkirina Erebên hawirde li ser xaka Herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Komelgeh nêzîkî bajarê Cindirêsê li rojavayê Efrînê ji aliyê Rêxistina Îhsan ji Bo Hawarçûn û Geşepêdanê, Rêxistina Şam el Xeyr a Mirovî û Rêxistina el Rehme el Alemiye ya Kuweytî hate avakirin.

Saziya Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê, di raporekê de, derbarê avakirina komelgeheke niştecîkirinê ji bo hawirdeyan li herêma Efrînê zanyariyên nû belav kirin.

Li nahiya Cindêrisê, nêzîkî gundê Kefer Sefrê ku bi navê Çiyayê Şewitî tê naskirin, ji bo avakirina komelgehê di sala 2019ê de kar dest pê kiriye.

Li gor dîmenên tîrmeha 2018ê Çiyayê Şewitî  çiyayekî keske tejî dar e, lê di dîmenên Tebaxa 2020an de diyar dibe bi sedan darûber hatine birîn û 2 navçe ji çiyê bi temamî hatine rûtkirin ji bo ku komelgeh bê avakirin.

Di dîmenên Adara 2022ê de jî diyar dibe, 2 blok avahî hatine avakirin û di herdu blokan de 247 yekeyên niştecîkirinê hatine avakirin.  %16 ji yekeyan ji bo çekdarên grûpa bi navê Lîwaya Semerqend hatine veqetandin .

Li gor Saziya Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiy; 3 rêxisin beşdarî avakirina vê komelgehê bûne, ew jî Rêxistina Îhsan ji Bo Hawarçûn û Geşepêdanê ye ku ser bi Foruma Sûrî ve ye, Rêxistina Şam el-Xeyr a Mirovî û Rêxistina el-Rehme el-Alemiye ya Kuweytî.

Di demekê de ku bi deh hezaran Efrînî li jêr konên koçberiya neçar dimînin, bi deh hezaran hawirde di nav malên wan de tên niştecîkirin û pojeyên niştecîkirinê li nav zeviyên wan ên talankirî tên avakirin.