Cenazeyên kolberên Rojhilatî bo malbatên wan hatin radestkirin

22-09-2021
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kolber Urmiye Gever Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên her du kolberên Rojhilatê Kurdistanê ku li gundê Bilindbasana navçeya Gever a parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibûn kuştin bo malbatên wan hatin radestkirin.

Helîkopterên şer ên Tirkiyê 20ê Îlonê li ser sînorê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê êrişî komeke kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberê 19 salî Sozdar Ehmedî û yê 16 salî Elîşan Ehmedî canê xwe ji dest dan. Herwiha 9 kolber jî ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Cenazeyên her du kolberên canê xwe ji dest dabûn ji bo karên otopsiyê veguhestibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Malbatên her du kolberan îro çûne Nexweşxaneya Colemêrgê û termên zarokên xwe wergirtin, bo bibin Rojhilatê Kurdistanê.

Li gor zanyariyan her du kolber li gundê Kuran ê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi axê bên spartin.

Herwiha 9 kolberên ku ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, bo hêzên Îranê hatin radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst