8 koçberên Rojavayê Kurdistanê li Moldova asê mane

Hewlêr (Rûdaw) – 8 Kurdên Rojava qaçaxciyan dev ji wan berdane û li Moldova asê mane û nizanin wê çi were serê wan

Koçberekî xelkê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku qaçaxciyan ew xapandine û ew niha li welatê Moldova asê mane.

Ew koçberê Kurd dibêje,  ew 8 kes in, bi vîza Ukranî ji Hewlêrê derketine çûne wî welatî, piştre jî bi qaçaxî berê wan dane daristanên Moldova, piştî meşa bi saetan li wî welatî asê mane.

Li gor wî koçberî, wan cih nedîtine lê rakevin, pereyên ku bi wan re bûn jî nemane û hinek bi xêra xwe rojê carekê xwarinê didin wan û qaçaxcî jî bersiva telefonên wan nadin.

Ji bo her kesekî qaçaxciyan 15 hezar dolar ji wan standiye, ji bo ku wan ji Kurdistanê bigihînin Almanya, lê di nîvê rê de asê mane û kesekî nabînin ku alîkariya wan bike.

Eger polîsên Moldovî wan bigirin, dê wan teslîmî Tirkiyê bikin,  ji ber ku welatê herî nêzîk e ji bo Sûriyê.

Yek ji wan koçberan ê bi navê Zindan Evdî di girte vîdyoyeyê de ku bo Rûdawê şandiye, dibêje “4 meh in em ji Kurdistanê derketine û me daye ser rêya Ewropa, lê qaçaxciyan em xapandin, eger polîs me bigire dê me radestî Tikiyê bikin û sedî sed jî ew dê me bibin aliyê Idlibê.”

Ew koçberê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew di rewşeke xerab de ne û daxwaz dike ku aliyên peywendîdar alîkariya wan bikin û wan ji wê rewşê rizgar bikin.